Federaliya Bakurê Sûriyê ji bo Adil Murad sersaxî xwest

Hevserokatiya Desteya Rêveber a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê ji bo Adil Murad sersaxî xwest.

Federaliya Bakurê Sûriyê ji bo Adil Murad sersaxî xwest
19 gulan, 2018   14:33

NAVENDA NÛÇEYAN

Kovserokatiya Desteya Rêveber a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê ji bo Endamê Komîteya Navendî ya YNK‘ê Adil Murad ku duh wefat kir peyaama sersaxiyê weşnd.

Di peyama sersaxiyê de wiha hate gotin,"Me bi êş û xemgînî nûçeya wefata fermandarê Kurd bihîst. Em sersaxiyiê ji YNK‘ê û malate Adil Murad re dixwazin.

Adil Murad yek ji serbazên YNK‘ê û damezrînerên wê bû, bi têkoşîna xwe ya demdirêj û wefedariya xwe ya ji bo partî, gelê xwe li herêma Kurdistana Iraqê û tevahî gelê Kurd di hate naskirin. Têkoşer Adil Murad xwedî helwesteke bi cesaret bû, pişitgirî dida projeya Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê û şerê me yê li dijî hêzên terorstî yên ku hebûna me hedef digirt."

(bb)

ANHA