Gelê Dêrikê şehîd Çiya oxir kirin

Gelê Dêrikê cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Faris Ehmed bi nasnav "Çiya" ê ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bû, li Şehîdgeha Xebat Dêrik veşartin.

Gelê Dêrikê şehîd Çiya oxir kirin
Gelê Dêrikê şehîd Çiya oxir kirin
Gelê Dêrikê şehîd Çiya oxir kirin
Gelê Dêrikê şehîd Çiya oxir kirin
Gelê Dêrikê şehîd Çiya oxir kirin
19 gulan, 2018   17:07

QAMIŞLO

Gelê herêma Dêrikê cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Faris Ehmed bi nasnav "Çiya" ê ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bû, bi merasîmeke girseyî li Şehîdgeha Xebat Dêrik oxir kirin.

Şandeyek ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê, nûnerên saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî, rûspî di nav de bi sedan şêniyên herêmê beşdarî merasîmê oxirkirinê bûn.

Girse cenazeyê Şehîd Faris Ehmed ji nexweşxaneya şehîd "Hogir" wergirtin û bi kerwanekî erebeyan ber bi Şehîdgeha Xebat Dêrik ve bi rê kirin.

Li şehîdgehê, turaneke leşkerî ji aliyê Hêzên Erka Xweparastinê û YPJ'ê hate li darxistin. Paşê ji fermandarên Hêzên Erka Xweparastinê Cûdî Beravê li ser rola şervanên Hêzên Erka Xweparastinê di parastina welat axivî û têkoşîna şehîd Faris vegot.

Cûdî Beravê tekez kirk u şehîd Çiya têkoşînek bê hempa da meşandin, bi rihê hevaltî tevdigeriya, herî dawî di berxwedana li dijiî çeteyên DAIŞ tevlî kerwanê şehîdan bû.

Hevseroka Meclîsa Kantona Qamişlo Perwîn Mihemed bal kişand ku bi keda şehîdan serkeftinên mezin hatin bidestxisitn, bi saya xwîna wan sîstema Rêveberiya Xweser tê rûnişkandin.

Piştî axaftinan nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Girse di nava dirûşemeyên dilsoziya bi şehîdan re cenazeyê şehîd Çiya spartin axê.

(bb)

ANHA