Civîna Bilind a Rêxistina Islamî bazirganiyê bi doza Filistînê dike

Lutkeya Rêxistina Alîkariyê ya Islamî di daxuyaniya xwe ya derbarê rewşa Xezayê de daxwaz kir komîteyek navdewletî ji bo lêkolîna rewşa Xezayê lêkolîn bikin, her wiha daxwaz kir ku hêzên navdewletî parstina Filistînê bikin. Lê di aliyê piratîkî de tu gav ne avêt. Divyabû ku têkiliyên xwe ji Îsraîlê qut bike û di serî de Tirkiyê.

Civîna Bilind a Rêxistina Islamî bazirganiyê bi doza Filistînê dike
19 gulan, 2018   10:35

NAVENDA NÛÇEYAN

Civîna Bilind a Rêxistina Islamî ku li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê hate lidarxistin di encamnameya xwe ya dawîkirina civînê de got ku pêwîste tevgera lezîgn ji bo komîteya şopandina rewşa bûyerên Xezaya Filistînê ku navê "Komkujî û sûcên Îsraîlê li dijî mislimanên Xezayê" pêk anîn e kir. Di encamnameyê de hate destnîşan kirin ku ev komîte dê encamên sûcên Îsraîlê pêk anîne diyar bike û dewrî komîteyên navdewletî yên têkildar bike.

Di encamnameyê de her wiha ji Meclîsa Ewlekariya navdewletî û Komîteya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî û Melîsa Mafê Mirovan hate xwestin ku li dijî saziyên dewletê di zûtirîn dem de tevbigirin û gotin ku niyeta wan heye li dijî Îsraîlê tedbîran bigirin, lê derbarê tedbîran de tu agahî ne hate dayîn.

Di encamnameyê de her wiha hate destnîşankirin ku kiryarên hêzên Îsraîlê yên derbarê gelê Filistînê de sûcên li dijî sivîlan e û şermezar kir.

Civîna bilind a Rêxistina Islamê her wiha destnîşan ku Qudis Paytexta Filistînê ye û got ku ew biryar Tramp a veguheztina paytexta Îsraîlê ji Qudisê re red kir.

Çavdêrên siyasî û herêmî diyar kirin ku têkiliyên dewletên Islamî û di serî de Tirkiyê bi Îsraîlê re xurte û bazirganiya di navbera Tirkiyê û Îsraîlê de dighêje 4 milyar dolar di salekê de.

Heger rast Rêxistina Islamî li dijî Îsraîlê helwest nîşan bidin, divyabû tevgera bazirganî ya di navbera dewletên di rêxistinê de cih digirin û ÎSraîlê de qut kiribana. Çardêr dibêjin ku Mijar Filistînê bûye mijarek ku siyasetên xwe pê didin meşandin. Ji bo xwe piropogandayê dikin.

Herî zêde yê doza gelê Filistînê bikar tîne, Serokomarê Tirkiyê Erdogan e yê herî zêde vê mijarê ji bo berjewendiyên xweyên piropogandeyê bikar tîn e.

(dc)