Du ciwanên 'Meşa Vegerê' jiyana xwe ji dest dan

Du ciwanên di "Meşa Vegerê" ya gelê gelê Filistînê de birîndar bûbûn, jiyana xwe ji dest dan. Misr jî kemyonek dermanan derbasî Xezayê kir.

Du ciwanên 'Meşa Vegerê' jiyana xwe ji dest dan
19 gulan, 2018   10:41

NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegîhanê ajansa me ji herêma Xezaqyê ragîhand ku 2 ciwanên Filistînê yên li herêma Xezayê di cihê xwe di Meşa Vegerê ya gelê Filistînê de girtibûn, jiyana xwe ji dest dan.

Bi vê yekê hejmara welatiyên ku ji ber êrîşa li ser çalakiyên Meşa Vegerê ku di 30'ê Adarê de hate destpêkirin û heta niha 112 kesan jiyana xwe ji deste dane. Her wiha 7 hezar û 800 welatî jî birîndar bûne.

Li aliyê din jî Misr beşek derman û alîkariyên tenduristî di deriyê Reh a bejahî re derbasî herêma Xezayê kir.

Misr ragîhand ku bi rasthatina Meha Remezanê dê deriyê Refeh a di navbera herêma Xeza û Misrê de vekirî bihêle.

(dc)

ANHA