QSD'ê bi rojê re mezin dibe

Tevlîbûna ciwanên Bakurê Sûriyê yên ji hemû pêkhateyan di nava QSD'ê de dewam dike. Di vê çarçoveyê de 144 şervanên nû yên tevlî QSD'ê bûne dewreya xwe bi dawî kirin.

QSD'ê bi rojê re mezin dibe
19 gulan, 2018   10:20

KOBANÊ

QSD'ê ku li şûna hemû cîhanê li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer dike, tekoşîn û fedekariyek mezin nîşan da û gelek herêm ji çeteyan rizgar kirin. Ev hêz roj bi roj bi tevlîbûnên nû mezin dibe.

QSD'ê li Akademiya Şehîd Feysel Ebû Leyla ya li Herêma Kobanê dewreya bi navê Şehîdên Dêrazorê bi tevlîbûna 144 ciwanên herêmê da destpêkirin. Di dewreyê de ciwanên ku ji hemû herêmên Dêrazorê bûn perwedeya leşkerî dîtin, da ku di rizgarkirina herêmên xwe û parstina wê de cih bigirin.

Dewreya Şehîdên Dêrazorê bi mersîmeke leşkerî bi dawî bû. Merasîm bi rêzgirtina leşkerî destpê kir, paşê şervanan sûnd xwarin ku ew ê heta dawî şopdarên riya şehîdan bin û bi hemû hêza xwe di parstina destkeftiyan de cih bgiririn.

Di dawiya merasîmê de şervanan xelekên govendê gerandin.

(dc)

ANHA