Careke din metbexa Kampa Ên Îsa hate vekirin

Metbexa Kampa Ên Îsa ku ji aliyê Meclîsa Sivîl a Reqayê ve hatibû vekirin û 8 meh berê ji ber kêmderfetiyan hate girtin, bi hatina meha Remezanê careke din hate vekirin.

Careke din metbexa Kampa Ên Îsa hate vekirin
Careke din metbexa Kampa Ên Îsa hate vekirin
Careke din metbexa Kampa Ên Îsa hate vekirin
19 gulan, 2018   09:24

GİRÊ SPÎ

Kampa koçberan a Eyn Îsa ku niha derdora 13 hezar koçberên Sûriyê ku piraniya wan ji Dêrazor û Reqayê ne tê de hene, di hizêrana sala 2016'an ve ji aliyê Meclîsa Sivîl a Reqayê ve li bakurê navçeyê hate vekirin. Rêveberiya Kampê bi alîkariya hin rêxistinên alîkariyan metbexek mezin di kampê de vekir û li gorî derfetan xwarin li welatiyên koçber belav dike.

Ji ber rêxistinên navdewletî erka xwe pêk ne tanî û alîkarî pêşkêş ne kirin, Rêveberiya Kampê 8 meh berê neçar ma matbexê bigire. Niha û bi rasthatina meha Remezanê Rêveberiya Kampê û bi alîkariya hin rêxistinên navdewletî metbexa kampê careke din vekir. Bi vekirina metbexê re rewşa zehmet a bi hezaran welatiyên koçber hinekî hêsan bû. Ev metbex wê heta dawiya meha Remezanê vekirî bimîne.

Derfeta kar ji koçberan re vekir

Di metbexê de niha 30 welatiyên koçber kar dikin û ew jî li ser keda xwe mûçe digirin. Bi vê yekê Metbexê derfeta kar jî ji koçberan vekir. Karkerên metbexê rojane mezemeyên ku ji wan re tê xwarinên cûda amade dikin.

Welatiyên koçber bi vekirina metbexa kampê gelekî kêfxweş bûne û diyar kirin ku ew bi saya metbexê di dema xwarina fitarê de xwarinên gerim û taze peyda dikin.

Ji rêveberiya kampê banga alîkariyê

Endamê Rêveberiya Kampê Celal El-Eyaf derbarê mijarê de got ku vekirina metbexê ji welatiyên koçber re mizgîniyek bû û bang li hemû rêxistinên alîkariyan kir ku alîkariyan ji wan re pêşkêş bikin.

(hh/dc)

ANHA