Dewleta Tirk li sê parçeyên Kurdistanê êrîşî civaka êzîdî dike

Di çarçoveya êrîşa li dijî civaka êzîdî de dewleta Tirk a dagirker li gundê Efşê yê navçeya Nisêbîn a Mêrdînê mala şînê ya Êzidiyan rûxand.

Dewleta Tirk li sê parçeyên Kurdistanê êrîşî civaka êzîdî dike
19 gulan, 2018   09:46

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gundê Efşê yê Nisêbîn a Mêrdînê Êzidiyên ku di salên 1980’yî de neçarî koç kiribûn, piştî ku vegeriyan gundê xwe, ji xwe re mala şînê ava kirin. Mala Şînê ji aliyê şaredariya AKP'ê ve hate rûxandin. Xebatkarên şaredariyê duh nîvro hatin gund û bi kepçeyan mala şînê hilweşandin.

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Mêrdinê Alî Atalan derbarê mijarê diyar kir ku mala Êzidiyan bi kepçeyan hate hilweşandin.

Navenda Çanda Êzidiyan têkildarî vê bûyerê daxuyaniyeke nivîskî weşand û wiha got;

“Em wek Navenda Çanda Êzidxan,(NÇÊ) bang li hemû qadên navnetewî û gelê Kurdistanê yên dilsoz dikin ku bila bêdeng nemînin.  Ev tê wateya ku planên DAIŞ’ê yên sala 2014’an hîn bi dawî nehatine. Bêdengî rûreşî û alîkariya vê zulmê ye! Êzdiyên bi rûmet, gelê me yên welatparêz, ji her demê bêhtir divê em sazî û rêxistinên xwe xurt bikin. Da ku dagirker û dijminên mirovahiyê nikaribin rihet tevbigerin.

Divê em hemû qadan li dewleta dagirker û hevalbendên wan teng bikin. Roj roja xîretê û xwedîderketinên nirxên olî û netewî ye. Em vê helwesta dewleta dagirker a Tirk bi tundî şermezar dikin. Efşê ne bi tenê ye.Her wiha Kelhok jî divê careke din, bigihe xweyiyên Kelhokê.”

Êrîşa Efşê berdewama êrîşa Şengalê û Efrênê ye

Dewleta Tirk a dagirker li Efrînê jî cihên pîroz ên êzîdiyan rûxandin û welatiyên êzîdî bi darê zorê neçarî çûyîna mizgeftê dikin. Her wiha welatiyên êzîdî direvîn in û wan ji gundên wan didin koçber kirin. Li Şengalê jî çeteyên DAIŞ'ê yên di sala 2014'an de komkujî li dijî civaka êzîdî pêk anî, cihê pîroz ruxandin, jinên êzîdî revandin û bi hezaran kes qetil kirin û dana koçberkirin.

Ev êrîşa li Efşê ya Bakurê Kurdistanê jî wekî berdewama êrîşa li dijî civaka êzîdî ye. Bi vê yekê dixwazin bingeha resen a herêmê tune bikin. Dewleta Tirk li hemû parçeyên Kurdistanê yên destê wê dighêje li dijî gelê kurd bi temamî û civaka êzîdî bi taybetî siyasetên inkar û tunekirinê dide meşandin.

(dc)