Komînên Şêxmeqsûd alîkariya birîndarên Berxwedana Serdemê dike

Endamên Komînên Taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi armanca alîkarîdayîn û piştgiriyê serdana welatiyên di Berxwedana Serdemê de birîndar bûne, kirin.

Komînên Şêxmeqsûd alîkariya birîndarên Berxwedana Serdemê dike
Komînên Şêxmeqsûd alîkariya birîndarên Berxwedana Serdemê dike
19 gulan, 2018   08:53

HELEB

Endamên Komîngeha şehîd Rûbar Qamişlo ku ji hejmarek komînên taxa Şêxmeqsûd pêk tên, serdana welatiyên di Berxwedana Serdemê de birîndar bûn kirin. Di dema serdanê de Hevserokê Komîna şehîd Evîndar Şervîn Mihemed axivî û got ku serdana wan a ji birîndarên Berxwedana Serdemê bi armanca alîkarî û piştgiriyê pêk hatiye. Şervîn di dawiya axaftina xwe de jî hêviya şîfayê ji hemû birîndaran re xwest.

Komîteyên Tenduristiyê jî ji bo alîkariya welatiyên birîndar were kirin, bi rêveberiya Nexweşxaneya Xalid Fecir re kirin, da ku di xebatên dermankirinê de alîkariya wan baş were kirin.

(dc)

ANHA