Mijarên sereke yên rojnameyên ereban

Di navbera Rûsiya, Rêjîma Sûriyê û Îranê de nakokî diyar dibin, ji ber ku armancên wan li Sûriyê ji hev cûda ne, di aliyê din de jî behsa çalakiya ezamanî û girtina fermandarên DAIş'ê li Sûriyê û Îraqê tê kirin. Li Îraqê çav li piştî hilbijartinan e û hevkariyên Şîa û helwesta Heyder Ebadî ye.

Mijarên sereke yên rojnameyên ereban
19 gulan, 2018   07:15

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên ereban di nivîsên xwe yên îro de bal kişandin ser nakokiyên Îran û rêjîma Sûriyê de. Di vê derbarê de rojanameya El-Heyat sernavê "Bûtîn çareseriya koçberan bi piştgiriya Ewropa bi xebatên ji nûve avakirina Sûriyê ve girêdide" avêt. Rojnameya El-Şeriq El-Ewset sernavê "Di navbera Rûsiya, Îran û Şamê de di qonaxa pêş de nakokî diyar derdikevin" avêt.

Rojnameyê di nivîsa xwe de li ser zimanê çavkaniyan got ku Rûsiya dixwaze bi Amarîka re bighêje encamê û wiha dom kir: "Rûsiya li başûrê Sûriyê dixwaze bi Amarîka, Urdin û Îsraîlê re di mijar vekirina deriyê Nesîb  a  sînorê bighîje encamê. Naxwaze aliyê leşkerî derkeve. Her wiha vekişîna çekdarên Îranê, şerê Cebhet El-Nesera, Artêşa Xalid a girêdayî DAIŞ jî wekî mijar nîqaş kirin. Lê Îranê rêjîma Sûriyê didehfîne ku berê xwe bide başûr-rojavayê Sûriyê. Di nerîna wan de ku ew dikarin di aliyê leşkerî de bersiva Îsraîlê bidin."

Rojnameya El-Ereb jî derbarê mijarê de sernavê "Di berjewendiyên Rûsiya û Îranê de li Sûriyê qutbûn çêdibe" avêt. Rojnemayê got ku Serokê Rûsiya Pûtîn bi awayekî vekirî behsa behsa nakokiyên bi Îranê ku li ser Sûriyê pêk hatiye kir.Her wiha behsa çareseriya siyasî û vekişîna hemû hêzên biyanî kir. Ev bangên Pûtîn ji aliyê hin çavdêran ve wekî derketina beranberî Îranê hate şîrovekirin."

Rojnameya El-Şeriq El-Ewset derbarê rewşa Sûriyê de sernavê "Endamê DAIŞ yê Elmanî Ebû Umer di destê hêzên kurdî de ye" Rojnameya El-Qudis El-Erebî jî sernavê "Çalakiya ezmanî ji aliyê Koalîsyona Navdewletî û YPG li dijî fermandarên DAIŞ li sînorê Îraqê pêk hat."

Rojnameya El-Heyat jî sernavê "Koalîsyon endamên DAIŞ'ê girtin, Firansa hebûna xwe li Reqayê zêde dike" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ'ê giranî da piştgiriya QSD'ê û çalakiyê wê û wiha dom kir: "Di şerê li dijî DAIŞ'ê piştgiriya ji QSD'ê re hate zêdekirin. Bi taybet li herêma rojhilatê Çemê Firatê û sînorê Sûriyê û Îraqê. Rojnameya El-Heyat agahî bi dest xistine ku Firansa hebûna xwe ya li Reqayê ku berê bargeha sereke ya Çeteyên DAIŞ'ê bû û ji aliyê QSD'ê ve hate rizgarkirin, zêde dike. Hêzên Koalîsyona navdewletî jî li gundên Hesekê çalakiyên xwe yên ezmanî ji bo girtina çeteyên DAIŞ'ê dewam kir. Di encamê de yek jê serçete bi giştî 5 çete ketin dest.

Rojnameya El-Şeriq El-Ewset derbarê teqînên li Hemayê jî sernavê "Di teqînên mezin ên li bargeha leşkerî de kuştî û birîndar hene" avêt. Rojnameya El-Qudis El-Erebî jî derbarê mijarê de sernavê "Di rêzeteqînên li Hemayê de bi dehan kuştî û birîndar çêbûne" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku teqînên li balafirgeha Hemayê pêk hatin bi sedema dehan kuştî" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de ev tişt anî ziman: "Gelek agahî derbarê teqînên Hemayê de derketin. Ema di mijarê de ne zelalî heye. Sedema teqînê û encamên wê hîn jî baş ne hatine diyarkirin.  Hate gotin ku di êrîşê de 11 kuştî hene. Ev agahî ji aliyê Malpera Çavdêriya Maflê Mirovan a Sûriyê (Mersed Sûrî) ve hate weşandin."

Rojnameya El-Ereb jî derbarê bernameya Sûriyê ya Kîmyawî sernavê "malên hin komam ji ber pêşxisitna bernameya Kîmyawî ya Sûriyê hate cemidandin" avêt. Rojnameyê destnîşan kir ku Firansa roja Înê malê sê kesan û 9 şirketan jib r bernameya çekên kîmayî ya Sûriyê hate cemidandin."

Îraqê

Rojnameyên Ereban derbarê hilbijartinên Îraqê de jî gelek nivîs weşandin û mijar bi awayekî berfireh girtin dest. Rojnameya El-Ereb derbarê mijarê de sernavê "Lîsteyên di hilbijartinên giştî yên îraqê de biser ketin, lîsteyên xwe ji bo dema pêş amade dikin" avêt.

Rojanameya El-Heyat jî derbarê mijarê de sernavê "Hevkariyên Şîîa li benda helwesta Ebadî ne" avêt.  Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku piştî hilbijartin hatin lidarxistin komên heyî dest bi xebatên şêwira kirine û xwe ji bo avakirina hikûmetê amade kirine."

Lubnan

Derbarê rewşa Lubanê de jî rojnameya El-Ereb sernavê "Amarîka xeteke ji bo hedefgirtina Huzib El-Ah saz dike" avêt. Rojnameyê li ser zimanê çavkaniyên li Amarîka got ku cezayên nû yên Amarîka li ser Huzib El-Aah feriz bike, dê li dijî kesayet û şrketên girdayî wan pêk were."

Rojnamevan li Tirkiyê rastî lêpirsîna qanûnî û rexneyên hikûmetê tên

Rojnameya El-Ereb jî derbarê mijarê de sernavê "Cûdahiyek ne zelel di rewşa rojnamavanên ereb û Tirk ên li Tirkiyê dimîn in" Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku piraniya rojnamavanên li Tirkiyê dimîn in behsa azadiya çapemeniyê di nûçeyên xwe dikin. Bê ku besa vê azadiyê bikin û bêjin ku azadiya wan li ber nûçeyên welatên ereb radiweste."

Li ser rewşa Filistînê jî Rojnameya El-Heyat sernavê "Amarîka daxwaz kir ku hin welatên ereb xwe fireh bikin, da ku Hemas iqnai bikin" avêt. Rojnameya El-Şeriq El-Ewset jî derbarê mijarê de sernavê "Civîna bilind a Istengbo guheritna rewşa Qudsê red dike" aêvt.

(dc)