Gavên girîng li Şehbayê hatin avêtin

Şaredariya Gel a Til Rifet ya kantona Şehbayê av gihand 80 ji sedîyî navçeyê, ji bo ceyranê bighîne kar û xebatan dimeşîne, her wiha sûka zebzeyan li navçeyê vekir.

Gavên girîng li Şehbayê hatin avêtin
Gavên girîng li Şehbayê hatin avêtin
Gavên girîng li Şehbayê hatin avêtin
Gavên girîng li Şehbayê hatin avêtin
Gavên girîng li Şehbayê hatin avêtin
Gavên girîng li Şehbayê hatin avêtin
19 gulan, 2018   06:40

SOLÎN REŞÎD/ŞEHBA

Piştî navçeya Til Rifet bi dehezaran welatiyên Efrînê yên ji ber êrîşa Dewleta Tirk û çeteyên wê neçarî koçberiyê hatin, kir. Şaredariya Gel a Navçeyê bê navber ji bo xizmeta welatiyan di nav kar û xebatê de ye.

Di vê çarçoveyê de ye Şaredariya Gel a Til Rife theta niha av gihandiye 80 ji sedî ya navçeyê. Ji bo vê yekê avê ji 6 bîran derdixîn in. Jenetor û dînemoyên avê hatin peydakirin. Av bi riya 15 sîtêran bi awayekî rojane û bi buheyek kêm li welatiyan tê belavkirin.

Şaredarî armanc dike ku avê bighîne hemû navçeyê.

Di aliyê din de jî şaredarî 2 jenetor danîn da ku ceyranê bighîne hemû welatiyên herêmê. Di vê derbarê de Hevserokê Şaredariya Gel a Til Rifet Reşîd Xelîl destnîşan kir ku ew ê 2 jenetorên din bi hêza 800 ambêr peyda bikin da ku tureya ceyranê fireh bikin.

Şaredariya gel her wiha di nava hewldanan de ye ku buhayê zebzeyan kontrol bi ke, di vê derbarê ew ê sûka zebzeyan vebikin, da ku karibin buhayê zebzeyan kontrol bikin.

(dc)

ANHA