Pêwîstiya Dibistana Pîşeyî ya Qamişlo bi mamosteyan heye

Rêveberiya Dibistana Pîşeyî ya bajarê Qamişlo bang li kesên di warê wan de xwedî tecrube û pspor kir ku destê alîkariyê dirêjî wan bikin û tevlî xebatkarên wan ên perwededayînê bibin.

Pêwîstiya Dibistana Pîşeyî ya Qamişlo bi mamosteyan heye
Pêwîstiya Dibistana Pîşeyî ya Qamişlo bi mamosteyan heye
Pêwîstiya Dibistana Pîşeyî ya Qamişlo bi mamosteyan heye
Pêwîstiya Dibistana Pîşeyî ya Qamişlo bi mamosteyan heye
Pêwîstiya Dibistana Pîşeyî ya Qamişlo bi mamosteyan heye
Pêwîstiya Dibistana Pîşeyî ya Qamişlo bi mamosteyan heye
Pêwîstiya Dibistana Pîşeyî ya Qamişlo bi mamosteyan heye
Pêwîstiya Dibistana Pîşeyî ya Qamişlo bi mamosteyan heye
Pêwîstiya Dibistana Pîşeyî ya Qamişlo bi mamosteyan heye
19 gulan, 2018   06:13

SEYDO ÎBO-NÛRÎ UMER / QAMIŞLO

Desteya Perwedeyê ya herêma Cizîrê di mehên dawî ya sala 2017'an de dibistana amadeyî ya pîşeyî li bajarê Qamişlo vekir. Dibistana behsa mijar ji sala 2012'an ve bi temamî hatibû girtin.

Niha di dibistanê de 337 xwendekar di refên 10, 11 û 12 an de dixwîn in. li ser 7 beşên zanyarî, ilkitron, mîkanîk, torno, lihîm, necar û ceyran hatine dabeşkirin.

Di dibistanê de 20 mamoste perwedeyê di aliyê tewrîk û piratîkî didin.  Lê hejmara mamosteyan niha kême û pêwîstî bi mamosteyên xwedî tecrube heye. Bi taybet di aliyê zanistîde.

JI ber vê yekê rêveberiya Dibistana Amadeyî ya Pîşeyî bang li hemû kesên xwedî tecrube kir ku alîkariya wan bibin û tevlî xebatkarên perwededayînê bibin.

Mamosteyê base ceyranê Mihemed Hisên sedema valatiya tê jiyan kirin bi rewşa şer û aloziya heyî ve girêda û got ku ev çend sal in li Sûriyê şer heye. Ev jî bû sedema ku gelek eksên xwdî tecrube koçber bibin.

Li ser girîngiya beşê pîşeyî jî Hisên ev tişt anî ziman: "Ji  bo pêşerojek baş ji xwedekarên me re were peydakirin, pêwîste em dibistana pîşeyî pêş bixin. Ji ber pîşe di welatan de tiştekî girînge.

Endama Rêveber a Dibistanê li bajarê Qamişlo Wela Ferman jî diyar kir ku wan îsal tekane dibistana pîşeyî ya li Qamişlo vekirine û wiha dom kir: "Gelek zehmetî beranberî me hatin. Ji ber kadroyên perwededayînê pir kê min. Dersên têne dayîn jî heta niha di çarçoveya tewrîk de sînordar dimîn in."

Wala bang li hemû kesên xwedî tecurbe kir û xwendina wan di warê pîşeyî de ye kir ku serlêdan bikin û wekî tevlî mamosteyên dibistanê bibin.

(dc)

ANHA