Koçberî, kêmderfetî û astengdarî para vê malbatê ye

Dayika Werda di şert û mercên koçber û kêmderfî de kur û hevserê xwe yên astengdar xwedî dike. Dayika Werda banga alîkariyê dike. 

Koçberî, kêmderfetî û astengdarî para vê malbatê ye
Koçberî, kêmderfetî û astengdarî para vê malbatê ye
19 gulan, 2018   05:53

EHMED EL-KEMIYAN-MIHEMED EL-EHMED / GIRÊ SPÎ

Barê koçberan her ku diçe zêde dibe. Her ferdekî koçber xwedî serpêhatiyeke bi êş û azar e. Malbata Abdullah El-Xelîl ji malbatên koçber bûne ye ji kulan re bê par nameya.

Di rewşên qeyran, bi hezaran kes ji mirinê direvin û koçî devereke bi ewle dibin. Malbata Abdullah El-Xelîl a ji bajaroka El-Tebenî ya li ser qiraxên çemê Firatê wekî bi hezran malbatan ji ber şer û kiryarên rêjîmê xwe li kampa Eyn Îsa ya kantona Girê Spî ya herêma Firatê girtiye.

Malbata dayika Werda El-Xelef ji 10 kesan pêk tê (6 xuşk û bira û dê bû bav). Hemû zarokên malbatê zewicîne. Tenê dê, bav û Mihemed ê 16 salî di malê de mane.

Mihemed (16) Ji dema ku temenî wî 5 sal bû bi mejiyê xwe de felc e.

Mihemed kesê sêyemîn e di malbatê de astengdar e. Birayê wî Îbrahîm ê zewiciye û li mala xwe ye. Bavê Mihemed jî (60) dema li Lubnanê dixebitî ji ser ban li ser serê xwe tê xwarê û felic dibe. Êdî ji wê demê ve nema dikare kar bike.

Dayika Mihemed, Werda El-Xelîl (50) malbata xwe ya astengdar xwedî dike.

Rewşa madî ya malbata Werda ne başe. Werda tevî malbata xwe ev 10 Sal in ku di kampê de dijîn. Tenê çadirek wan heya û xwe di hundirê wê de bi cih dikin. Malbat li alîkariya ku rêxisitnên mirovî pêkêşî koçberan dike xwedî dike.

Werde dibêje dema ku ew li bajarê xwe bû wê tevî jinên herêmê kar çandiniyê dikir û destnîşan kir ku piştî ku koçber bûne êdî nema dikare mîna berê bixebite ji ber ku derfetên kar kêm in.

Werda destnîşan kir ku tu pêwîstiyên jiyanê li gel wan tune ye û got ku tenê rêxistinên mirovahî û rêveberiya kampê alîkariya wan dikin û wiha pêde çû,"Ez dixwazim ji bo kurê xwe kursiyekê bikirim da ku ez kur û hevserê xwe pê bibim û bînim lê derfetên wan tune ye."

Di dawiyê de Werda bang li hemû rêxistinên mirovahî kir ku alîkariya wan bike û destek bide malbata wan.

(bx/bb)

ANHA