ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18.05.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18.05.2018
18 gulan, 2018   04:00

- Pêşveçûnên qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina gundewarên Dêrazorê ji çeteyê DAIŞ'ê dê werin şopandin.

- Pêngava Duyemên a Berxwedana Serdemê, çalakiyên ku bi armanca piştgiriya Berxwedana Serdemê têne lidarxistin, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Li gelemperiya Rojava û Bakurê Sûriyê bi wesîleya 18'ê Gulanê Roja Şehîdan çalakî dê werin lidarxistin. (Bi WÊNE Û DÎMEN)

- Li Kampa "Serdem" ya li Şehbayê 35 cangoriyên Berxwedana Serdemê bi merasîmekê wê werin bi bîranîn. Saet 17:00. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Partiya Sûriyeya Pêşerojê (HSM) bo dansîna partiyê bi şêniyên navçeya Sirîn a kantona Kobanê re dicive. Saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Welatiyên navçeya Girkê Legê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin û gotin ku çiqasî tecrîd giran bikin girêdana wan a bi ramanê Ocalan bi hêztir dibe. Welatiyên bajarê Hesekê jî anîn ziman ku armanca tecrîdê fikrê Ocalan ji holê were rakirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Komîteya Jinûve Avakirinê ya Meclîsa Sivîl a Reqayê ji 15 taxan 6 tax ji bermahiyên şer paqij kirin. Xebatên paqijkirinê li taxa Sabi (Heftemîn) berdewam dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Bi rizgarkirina bajarê Zîban ê li rexê rojhilatê Çemê Firatê re serdama tarî diqede û jiyan asayî dibe û tevgera welatiyan di nav baraz de geş dibe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Efrîn, herêma ku bi dehhezaran koçberên Sûriyeyê hembêz kirin û di nava wan de gelek koçberên Iraqê piştî ku çeteyên DAIŞ'ê bajarê Mûsilê di sala 2014'an de dagir kirin. Niha herêma Efrînê piştî ku ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê ve hate dagirkirin veguherî herêma herî metirsîdar di ciyografiya Sûriyeyê de. (BI WÊNE)

- Jiyana ciwanê bi navê Xweşnav Helbo her tim di nava xewn û hêviya çareseriya azadiyê de bû.  Di şoreşa Rojava de derfet jêre peyda bû da ku xizmeta axa welatê xwe bike û di şerê xwe yê dawî de dema ku hewl dida cenazeyên rêhevalên xwe ji qada pevçûnan rizgar bike şehîd bû . (BI WÊNE)

POLÎTÎKA

- Endamên Buroya Rêxistinî ya Partiya Sûriyaya Pêşerojê (HSM) ji ajansa me re diyar kirin ku di mijara çareserkirina aloziya Sûriyê ew amade ne bi her aliyan re diyalogan pêk bînin. Di heman demê de destnîşan kirin ku pêwîst bi hêzek ji derve nîne da ku parastinê bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

- Şaredariya Gel a Taxa Şêxmeqsûd a Helebê pêş du hefteyan dest bi sereraskirina riyan kiribû. Di çarçoveyê xebatê de firehiya 400 mîtreyan ji riyên sereke sererast kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Malbata Yasîn Ebdilxelîl ku di kampa Eyn Îsa a koçberan de bi cih dibe her ku endamên wê mezin dibin kerr dibin û di encamê de nikarin karekî ji xwe re peyda bikin û debara jiyana peyda bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-  Jiyana komînal li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê jiyana ciwanê bi navê Derwîş Çawîş ku ji ber qezayeke trafîkê ji ser hişê xwe çûbû, rizgar kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Komîteya Şaredariyê ya Kampa "Berxwedan" bi hevkariya rêveberiya kampê, bi armcama ku qarbalexa li sûka kampê kêm bibe, amadekariyên vekirina sûkek din dike, her wiha hewl dide du stadyonan veke. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA