Pûtin û El-Esed li Sochî hevdîtinên pêk anîn

Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn bi Serokê Sûriyeyê Beşar El-Esed re li Sochi hevdîtinek pêk anî.

Pûtin û El-Esed li Sochî hevdîtinên pêk anîn
17 gulan, 2018   19:44

NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov got, "Îro li Sochiyê di navbera Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar El-Esed de hevdîtinek pêk hat. "

Peskov diyar kir ku serokên herdu welatan rewşa dawî ya têkoşîna dijî terorê nirxandine û daxuyaniya Pûtîn a di hevdîtinê de wiha veguhest: "Terorîstan li deverên girîng ên Sûriyeyê çek danîn. Vê yekê rêya ji nû ve avakirina Sûriyeyê, dûrxistina terorîstan ji Şamê û bidawîkirina çalakiyên wan vekir."