Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyawî nîşanên bikaranîna kilor li Seraqib dîtin

Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyawî ragihand ku wê nîşanên bikaranîna madeya kilor ku di meha Sibatê de li bajarê Seraqib a girêdayî parêgeha Idlibê ya Sûriyeyê hatiye bikaranîn, dîtine.

Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyawî nîşanên bikaranîna kilor li Seraqib dîtin
16 gulan, 2018   10:55

NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyawî ragihand ku şandeya lêkolînê ya girêdayî rêxistinê nîşanên bikaranîna madeya kilor li taxa El-Telîl a bajarê Seraqib ku di 4'ê Sibata borî de hatiye bikaranîn dîtiye.

Rêxistinê destnîşan kir ku encamên şandeya wan bi dest xwe ve anîne ji du topan wergirtine û têde madeya kilor hebûn û rêjeya madeya kilorê li derdorê bi awayekî ne normal belav bibû.

Rêxistinê berpirsyariya bikaranîna kilorê nexist ser milê ti aliyên şerê Sûriyeyê û da zanîn ku di hevdîtinên bi çavdêrên herêmî re diyar dibe ku nîşanên madeya kilorê li ser guvdê gelek nexweşan û navendên tenduristiyê piştî demeke kurt ji bikaranîna vê madeyê, hebûn.

Birêveberê rêxistinê Ehmed Ozomco bikaranîna van madeyên jehrî bi tundî şermezar kir.

Şandeya girêdayî rêxistinê niha li benda encamên girîng ên li bajaroka Doma ya li nêzî Dîmeşqê ne, piştî gotinên hawarkaran û endamên tenduristiyê hatine wergirtin ku 40 kes di encama bikaranîna gaza kilor û sarîn de di 7'ê nîsana borî de jiyana xwe ji dest dane.

Mosko û Dîmeşq rêxistina "Kumên Spî" ya di bin serweriya komên çekdar de tewanbar kir ku wan ev êrîş çêkirine û dûrî rastiyê ne. Li aliyê din hin aliyên rojavayê Dîmeşqê tewanbar dikin ku wê evan çek bikar anîne.

Dîplomatîkmenda Rûsyayê Mariya Zaxarov destnîşan kir ku şandeyên girêdayî Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyawî serdana bajarê Doma kirine û hin nîşan bi xwe re birine laboratwarên Lahay da ku bêne lêkolînkirin.