Piştî Emerîka Guatemala jî sefareta xwe veguhest Qudsê

Piştî ku Emerîka sefareta xwe li bajarê Qudsê vekir, dewleta Guatemala jî piştî du rojan sefareta xwe li Qudsê vekir.

Piştî Emerîka Guatemala jî sefareta xwe veguhest Qudsê
16 gulan, 2018   09:54

NAVENDA NÛÇEYAN

Di mersîma vekirina sefareta dewleta Guatemala de ku li navenda rêveberiyê ya Qudsa rojava hatiye lidar xistin, serokê Guatemala James Ernesto Morales Cabrera û serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Natenyaho amade bûn.

Serokê Emerîka Donald Trump di 6'ê Kanûna 2017'an de bajarê Qudsê weke paytexta Îsraîlê nas kir û sefareta welatê xwe ji bajarê Til Evîvê veguhest bajarê Qudsê. Di encamp, de gelek dewletên weke Hindoras, Romaniya û Çîk veguhestina sefaretên welatên xwe ber bi Qudsê ve lêkolîn bikin.

Serokwezîrê Îsraîlê Binyemîn Natenyaho di demeke borî de wiha got: "ez kêfxweş im ku niha herî kêm 6 dewlet bi ciddî danûstandina me dikin da ku sefaretên xwe veguhêzin Qudsê."

Her wiha destnîşan kir ku 10 sefaretên destpêkê xwe veguhêzin Qudsê dê danûstandineke taybet bi wan re were kirin, bêyî ku wateya wê nîşan bide.