Dukanên li ser rêya "Navneteweyî"çavkaniya xwedîkirina gelek malbatan in

Şêniyên gundên navçeyê Eyn Îsa yên li ser rêya navnetewî (Otostrad) dukanan ava dikin û pê debara jiyana xwe dikin.

Dukanên li ser rêya "Navneteweyî"çavkaniya xwedîkirina gelek malbatan in
Dukanên li ser rêya "Navneteweyî"çavkaniya xwedîkirina gelek malbatan in
Dukanên li ser rêya "Navneteweyî"çavkaniya xwedîkirina gelek malbatan in
Dukanên li ser rêya "Navneteweyî"çavkaniya xwedîkirina gelek malbatan in
Dukanên li ser rêya "Navneteweyî"çavkaniya xwedîkirina gelek malbatan in
Dukanên li ser rêya "Navneteweyî"çavkaniya xwedîkirina gelek malbatan in
Dukanên li ser rêya "Navneteweyî"çavkaniya xwedîkirina gelek malbatan in
16 gulan, 2018   09:05

EHMED EL-KEMIYAN / GIRÊ SPÎ

Ji ser tunebûna çandiniyê û derfetên kêm ên kar di vê salê de bi dehan şêniyên gundewarên navçeya Eyn Îsa ya kantona Girê Spî dîkanan li ser rêya naventewî (Otostrad)ava dikin û pê debara xwe ya jiyanê dikin.

Rêya navnetewî ango bi navê Otostrad tê naskirin a ku bajarê Helebê û kantona Hesekê bi hev girê dide di navçeya Eyn Îsa re derbas dibe. Şêniyên gundên Eyn Îsa ku  dîkan li ser ser rêya naveteweyî vekirine, hemû kesên ku li ser rêkê derbas bidin madeyên xwarin û vexwarinê ji xwe re dikirin.

Dukanên biçûk an besteyên ku şêniyan ji xwe re li ser rêkê danîne dibe sedema ku gelek ciwan li wê derê kar bikin û malbata xwe xwedî bikin.

Di dukanên ku li ser rêkê hatine avakirin hemû pêwîstiyên xwarin û vexwarinê hene. Her wiha rawestgeh jî heye.

Di vê çarçoveyê de yek ji welatiyên gundê El-Şerkirak ê gundewarên Eyn Îsa û xwediya dukaneneke li ser riya navnetewî got ku ji ser ku îsal çandiniya wan bi ser neket ji ser vê jî rewşa wan ne baş e û ew tevî malbata xwe ji dukana xwe sûd digirin û pê debara jiyana xwe  dikin.

Karkerên ku li ser riya navnetewî dixebitin tekez kirin ku ew ji seriya çend salan vî karî dikin û pêdiviyên malbata xwe pê peyda dikin.

(bx)

ANHA