Destwerdana Rûsyayê hişt ku serweriya El-Esed li nîvê Sûriyeyê vegere

Li gorî gelek raporan destwerdana Rûsyayê di Sûriyeyê de hişt ku rêjîma Baasê serweriya xwe li ser bêtirî nîvê Sûriyeyê vegerîne û derfet jêre peyda kir ku hêza xwe li herêmên stratejîk bikar bîne. Her wiha destnîşan dikin ku êrîşên ezmanî yên Rûsyayê li dijî DAIŞ'ê tenê ji sedî 14 ne.

Destwerdana Rûsyayê hişt ku serweriya El-Esed li nîvê Sûriyeyê vegere
16 gulan, 2018   08:45

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El-Şerq El-Ewsat di hejmara xwe ya dawî de raporeke navenda "Jane's IHS markit" weşand û têde diyar dibe ku êrîşên ezmanî yên li dijî "tabûrên opozîsyonê" di Sûriyeyê de derketiye asta ji sedî 150 ji dema ku Rûsya di Îlona 2015'an de destwerdana Sûriyeyê kiriye zêde bûye û derfet ji rêjîma Baasê re peyda kir ku serweriya xwe li ser nîvê ava welat vegerîne. Her wiha destnîşan kir ku ji sedî 14 tenê ji van êrîşan li dijî rêxistina DAIŞ'ê bûn.

Li gorî analîza "Jane's IHS markit" ya di derbarê terorê de, rêjîma Sûriyeyê sê caran rûpîvana di bin serweriya wê de ye fireh kir, piştî ku di sala 2015'an de serweriya ji sedî 16'an dikir di dawiya adara 2018'an de derket ji sedî 47'an.

Li gorî heman raporê destwerdana Rûsyayê di Sûriyeyê de ne tenê rêjîma serokê Sûriyeyê Beşar El-Esed mayînde kir, lê belê berê aloziyê bi awayekî mezin guhert û hişk ber bi komeke mezin a hêzên opozîsyonê ve çû.

Birêveberê navendê Matthew Henman diyar dike ku destwerdana Rûsyayê di Sûriyeyê de derfet ji rêjîma Sûriyeyê peyda kir da ku hêza xwe li cihên stratejîk bikar bîne û herêmên di bin serweriya opozîsyonê de ne vegerîne û wiha got: "Berdestiyên ku hatine berhevkirin eşkere dike ku rola êrîşên ezmanî di vê stratejiyê de bi taybet li dijî hêzên opozîsyonê hatiye bikaranîn ku nikare heta parastina xwe ji van êrîşan bike."

Li gorî raporê rêjîma Sûriyeyê herêmên berfireh ên li navenda welat vegerandin û karibû ewlehiya bajarên mezin û deverên Stratejîk ên sereke weke Heleb, Hema, Humis û Dêrazorê pêk bîne. Her wiha sînorê di navbera Sûriye û Lubnanê de jî parast û heta radeyeke mezin metirsiya li ser Dîmeşqê dûr xistin û tabûrên Îslamî di parêzgeha Idlibê de sînordar kirin.

Li gorî raporê 6833 êrîşên ezmanî yên Rûsya û Sûriyeyê di navbera Îlona 2015'an û heta dawiya adara 2018'an de  pêk hatine û di herdu salên beriya wê de 2735 êrîş pêk hatin. Her wiha encama qurbaniyên sivîl ji 6899 daket 6254'an di van herdu deman de.

Ji van êrîşan tenê 960 êrîş ango ji sedî 14 li dijî DAIŞ'ê pêk hatin, tevî ku Mosko ragihand ku destwerdana wê di Sûriyeyê de rêxistina DAIŞ'ê û tevgerên Îslamî yên radîkal armanc digire.

Beşê herî mezin ji van êrîşan li dijî tabûrên opozîsyonê yên din pêk hatin, li gorî lêkolînên ciyografîk du ji sêyan ji van êrîşan li parêzgehên Heleb, Idlib û Gundewarê Dîmeşqê pêk hatin û li deverên ku çalakiyên DAIŞ'ê têde gelekî lawaz bûn. Tevî ku evan hersê parêzgeh beriya destwerdana Rûsyayê jî dihatin armancgirtin.

(jh)