Di encama birûskê de ciwanekî jiyana xwe ji dest da

Ciwanê bi navê Enes Macid ê ji navçeya Til Hemîs ji ber birûskê ku li herêma Dêrikê xist jiyana xwe ji dest da.

Di encama birûskê de ciwanekî jiyana xwe ji dest da
16 gulan, 2018   09:09

QAMIŞLO

Li tevahî Bakurê Sûriyê ev du heftî ne rewşa hewayî tê guhertin. Li Rojava – Bakurê Sûriyê baran bi dijwarî bariya û pêre birûsk jî hebû. Ji ber vê yekê lehî li gelek cihan çêbû. Di encama wê de ziyanênê mezin giha mal û milkên welatiyan û gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

Ciwanê bi navê Enes Macid duh li gundê Gerika yê herêma Dêrikê di encama birûskekê de jiyana xwe ji dest da.

Cenazeyê Enes Macid ji bo ku were definkirin ber bi gundê wî Ebû Cirin girêdayî navçeya Til Hemîsê ve hate rêkirin.

(bx)

ANHA