Şahoz Hesen: Dewletên garantor parçebûna Sûriyê plan dikin

Hevserokê PYD′ê Şahoz Hesen diyar kir ku dewletên garantar ′Rûsya, Tirkiye û Îranê′ di civînên xwe parçebûna Sûriyeyê plan dikin û ji bo piştgiriya Berxwedana Serdemê banga bilindkirina têkoşînê kirin.

Şahoz Hesen: Dewletên garantor parçebûna Sûriyê plan dikin
15 gulan, 2018   19:30

QAMIŞLO

Hevserokê PYD′ê Şahoz Hesen di civîna ji şêniyên gundê Sinceqê Sedûn ê girêdayî navçeya Amûdê re hatî lidarxistin de amade bû. Di civînê de rewşa dawî ya herêmê hat nirxandin.

Civîn bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Şahoz Hesen axivî û da zanîn ku Rûsya, Tirkiye û Îranê bi îdîaya çareserkirina aloziya Sûriyê li hev dicivin, lê di civînên xwe de parçebûna Sûriyeyê plan dikin. 

Hesen diyar kir ku dewleta Tirk rasterast herêmên Bakurê Sûriyeyê ji Cerablus heta Efrîn, Idlib û Hemayê dagir kiriye, siyaseta guhertina demografiyê li herêmên dagirkirî dide meşandin û komên çete lê bi cih kirin.  

Di dawiya civînê de Hevserokê Partiya Yekîtiya Demkratîk (PYD) Şahoz Hesen bal kişand ser girîngiya bilindkirina asta têkoşînê li dijî siyasetên derbkirina şoreşa Rojava. Her wiha Şahoz banga pişgiriya Berxwedana Serdemê kir, da Efrîn ji dagirkeriya Tirk were rizgarkirin.  

Civîn bi dirûşmeyên ″Bijî Berxwedana Serdemê″ bi dawî bû. 

(mm)

ANHA