Şervanan ala QSD′ê li gundê Baxozê hildan 

Dîmenên ji hundirê gundê Baxozê ya rizgarkirî gihîştin ANHA′yê. Di dîmen xuya dibe ku şervan ala QSD′ê li gund hildidin. 

Şervanan ala QSD′ê li gundê Baxozê hildan 
15 gulan, 2018   19:05

DÊRAZOR

Di çarçoveya pêvajoya dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê de, şervanên QSD′ê duh gundê Baxozê yê dikeve rojhilatê çemê Firatê ji çeteyên DAIŞ′ê rizgar kirin. Şervanan îro gund ji mayînên çeteyan paqij kirin.

Di dîmenên ku ji hundirê gund hatîn kişandin de, xuya dibe ku şervan ala QSD′ê li gund hildidin.   

(mm)

ANHA