Roja zimanê Kurdî bi dîmenên rengîn hat pîrozkirin

Xwendekar û mamosteyên Qamişlo bi dîmenên rengîn cejna zimanê Kurdî pîroz kirin.

Roja zimanê Kurdî bi dîmenên rengîn hat pîrozkirin
Roja zimanê Kurdî bi dîmenên rengîn hat pîrozkirin
Roja zimanê Kurdî bi dîmenên rengîn hat pîrozkirin
Roja zimanê Kurdî bi dîmenên rengîn hat pîrozkirin
Roja zimanê Kurdî bi dîmenên rengîn hat pîrozkirin
15 gulan, 2018   17:14

QAMIŞLO

Saziya Ziman a Bajarê Qamişlo di bin dirûşmeya “Hebûna Çandî bi  ziman pêkan e” şahiyek ji bo Roja Zimanê Kurdî li dar xist. Şahî li dibistana Salih Ebdê hat lidarxistin. Di şahiyê de pankartên “Hebûna Çandî bi ziman pêkan e” û “Zanista Azad, Civaka Azad Welatê Azad e” hatin daliqandin. Xwendekar, mamosta û rêveberên Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê tevlî şahiyê bûn.

Axaftina vekirinê Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê Semîra H. Elî kir. Semîra diyar kir ku xwen û xeyalê wan bû ku bi zimanê xwe biaxivin û wiha got, “Xwen û xeyalên me bû em hestên xwe bi zimanê xwe bînin ziman. Bi saya Rêber Apo û Şoreşa Rojava ev xeyal bû rastî. Lê 50 hezar zarokên me li Efrînê di bin çadiran de dimînin û mafê fêrbûna zimanê xwe jê standine. Lê dîsa bi bîr û baweriya wan niha di bin çadiran de berdewam dikin. Em wan pîroz dikin.”

Şahî bi dîmenên rengîn ên ji aliyê xwendekaran ve hatîn destpêkirin berdewam kir. Govend, reqs, helbest, stran û şanoyên ji aliyê xwendekarên dibistanên seretayî û navîn ve hatin pêşkêşkirin.

Di dawiyê de jî bawernameyên mamostayên ku 3 mehin li SZK perwerdeyê dibînin hatin dayîn. Şahî bi stran û govendan bi dawî bû. 

(mm)

ANHA