Gelê herêma Cizîrê Roja Zimanê Kurdî pîroz kir

KPC-Demokratîk û Saziya Zimanê Kurdîli navçeyên Dêrik, Girkê Legê û Amûdê yên Kantona Qamişlo û navçeyên Dirbêsiyê û Serêkaniyê yên Kantona Hesekê şahî li dar xistin.

15 gulan, 2018   18:57

DÊRIK

Li Dêrikê şahiya pîrozbahiyê li navenda YCR′ê bi beşdariya bi sedan gel, mamoste, malbatên xwendekaran, Meclîsa Malbatên Şehîdan û Saziyên Civaka Sivîl hat lidarxistin. Di şahiyê de bawernameyên zimanê Kurdî li 263 xwedekaran belav kir. 

Şahî bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Endama Rêveberiya KPC-Demokratîk Bihar Hesen da zanîn ku 15′ê Gulanê rojbûneke nû ji bo gelê Kurd e. Bihar wiha got, ″Ziman nasname û hebûna gelan e, ji ber vê parastina ziman erka her kesî ye. Em Cejna Zimanê Kurdî li mamosteyên zimanê Kurdî pîroz dikin û keda wan a jinûve vejînkirina zimanê Kurdî silav dikin.″

 Her wiha bi navên Meclîsa Malbatên Şehîdan, KPC-Demoratîk, SZK û Yekîtiya Mamosteyan jî axaftin hatin kirin, Cejna Ziman li Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û şervanên YPG/YPJ′ê hat pîrozkirin. Her wiha hat gotin ku şoreşa Rojava, şoreşa jinûve vejandina zimanê Kurdî  û parastina wê ji windakirinê ye.  

Piştre komên Kulîlkên Dêrikê û Cûdî hunerên xwe pêşkêş kirin. Di berdewama şahiyê de bawername li 263 xwendekarên zimanê Kurdî hatin belavkirin û kardestên zarokan hatin pêşandan. 

Şahî bi stranên Kurdî û dîlanê bi dawî bû.

AMÛDÊ

Li Amûdê jî şahî li Peymangeha Şehîd Peyman bi beşdariyia bi dehan mamosteyên zijmanê Kurdê hat lidarxistin. Şahî bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Saziya Zimanê Kurdî daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, ″Di roja 15′ê Gulana sala 1932′an de Celadet Berdirxan kovara Hawar a bi zimanê Kurdî li tevahî cîhanê belav kir. Ji ber vê yekê ev roj wek Cejna Zimanê Kurdî hat diyarkirin. Serkeftinên Rêveberiya Xweser a Bakurê Sûriyê li xweşiya dewleta Tirk nehatin, ji ber vê yekê êrîşî Efrînê û siyaseta qirkirinê li dijî gel dide meşandin. Em destûr nadin ku tu kes zimanê me qir bike û demografiya herêmên me biguhere.″

 Endamê Mecîlsa Malbatên Şehîdan a navçeyê Seîd Ferso bal kişand ser girîngiya Roja Zimanê Kurdî û wiha got, ″Zimanê Kurdî û gelek zimanên din rastî siyasetên qirkirinê hatin. Lê bi hebûna helbestvan û rewşenbîran zimanê Kurdî ji windahiyê hat parastin. Her wiha bi saya cangoriyên azadiyê îro zarokên me zimanê dayîkê fêr dibin.″

Endama Kongreya Star a navçeyê Selwa Seîd jî Cejna Ziman li Rêbertiyê pîroz kir û bang li tevahî gelê Kurd kir ku zimanê xwe fêr bibin da hebûn û nasnameya xwe biparêzin. 

Di dawiyê de komên hunerî stran pêşkêş kirin û beşdaran dîlan gerandin. 

GIRÊ LEGÊ 

SZK′ê şahiya pîrozbahiyê li Navenda Çand û Hunerê ya Rimêlanê li dar xist. Di şahiyê de mamoste li ser keda dayî hatin xelatkirin. 

Di şahiyê de mamoste û nûnerên Saziyên Civaka Sivîl amade bûn. Şahî bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Endamê Rêveberiya SZK′ê Şadiya Mustefa dîroka zimanê Kurdî vegot û mamoste hatin xelatkirin.

Şahî bi şano, stran û dîlanan bi dawî bû. 

DIRBÊSIYÊ

KPC-Demokratîk şahiya pîrozbahiyê bi beşdariya gel û mamosteyên ziman hat lidarxistin. Şahî bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre bi navê TEV-DEM′ê Ebdullah Şêxikî axivî, Roja Ziman li gelê Kurd pîroz kir û ji bo parastina zimanê Kurdî gelek şehîdan canê xwe feda kirine. 

Piştre helbestvan Ferhadê Merdê helbest gotin, komên hunerî stran gotin û beşdaran dîlan gerandin. 

Şahî bi dirûşmeyên daxwaza azadiya Ocalan bi dawî bû.

SERÊKANIYÊ

Şahiyê pîrozbahiyê li Navenda Çand û Hunerê ya Waşûkanî hat lidarxistin. Di şahiyê de 50 bawername li xwendekarin zimanê Kurdî hatin belavkirin.   

Şahî bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre li ser navê Yekîtiya Mamosteyan Foza Mihemed axivî, Cejna Zimanê Kurdî li Rêber APO û hemû şervanên ku di çeperên şer pîroz kir û wiha got, ″Di kesayeta mamosteya zimanê Kurdî Viyan Amara de, em vê rojê li hemû mamosteyên ji bo vejandina zimanê Kurdî gelek ked dan û canê xwe feda kirin, pîroz dikin.″

Piştre koma Şehîd Merwan şanoyek li ser girîngiya ziman û koma Şehîd Welat stranên şoreşgerî pêşkêş kirin.

Di dawiya şahiyê de bawerneme 50 xwendekarên ziman hatin belavkirin.

(mm)

ANHA