Astana-9 bi dawî bû û dema civîneke nû hat diyarkirin

Civîna Astana-9 bi daxuyaniyeke sê alî ″Tirkî-Rûsî-Îranî″ bi dawî bû û dema civîna bê hat diyarkirin.  

Astana-9 bi dawî bû û dema civîneke nû hat diyarkirin
15 gulan, 2018   14:40

NAVENDA NÛÇEYAN

Li aliyekî dewletên garantar ′Rûsya, Tirkiye û Îran′ civîna Astana-9 li dar dixin, li aliyekî din jî gelê Sûriyeyê dikujin  û li gorî hevpeymanên xwe ji cihekî dibin cihekî.  

Di Astana-9 de nûnerê navneteweyî yê Sûriyê Stefan de Mistura, şandeyên rêjîma Baas û komên çete yên girêdayî Tirkiyeyê amade bûn. 

Di dawiya civînê de Rûsya, Tirkiye û Îranê daxuyaniyeke hevbeş dan û dane zanîn ku ew ê li ser esasê biryara Meclîsa Ewlehiyê ya navneteweyî (2254) xebatên siyasî li Sûriyeyê bidomînin.  

Her wiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dê civîneke nû meha Hezrînê were lidarxistin.

Rûsya, Tirkiye û Îran di civînê de îdîa kirin ku ew li gorî prensîbên xweserî û yekîtiya axa Sûriyeyê tev digerin. 

Her wiha hat zanîn ku piştî hevpeymana kêmkirina şer, li herêmê şer kêm bû.

Tirkiye rûbereke fireh ji axa Sûriyeyê dagir dike û 11 noqteyên leşkerî li herêmê ava kirine. 

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser girîngiya domandina şerê li dijî DAIŞ′ê, El-Nusra û hemû komên çete yên li Sûriyeyê. 

Beriya çend rojan serbazekî Tirk bi çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam hevdîtin kir. Her wiha rojane bi sedan maşîneyên leşkerî yên Tirkiyeyê derbasî bajarê Idlibê yê di destê çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam de ye, dibin.  

(mm)