Xwendekarên Zaningeha Rojava Roja Zimanê Kurdî pîroz Kirin

Xwendekarên Zaningeha Rojava bi şahiyêke Roja Zimanê Kurdî pîroz kirin.

Xwendekarên Zaningeha Rojava Roja Zimanê Kurdî pîroz Kirin
Xwendekarên Zaningeha Rojava Roja Zimanê Kurdî pîroz Kirin
Xwendekarên Zaningeha Rojava Roja Zimanê Kurdî pîroz Kirin
Xwendekarên Zaningeha Rojava Roja Zimanê Kurdî pîroz Kirin
Xwendekarên Zaningeha Rojava Roja Zimanê Kurdî pîroz Kirin
Xwendekarên Zaningeha Rojava Roja Zimanê Kurdî pîroz Kirin
Xwendekarên Zaningeha Rojava Roja Zimanê Kurdî pîroz Kirin
15 gulan, 2018   12:32

QAMIŞLO

Bi boneya Roja Zimanê Kurdî xwendekarên Zaningeha Rojava ya li taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo şahiyêk li dar xistin.

Bi dehan xwendekar, endamên saziyên sivîl, rewşenbîr bi cil û bergên gelêrî tevlî şahiyê bûn.

Şahî bi deqêyek rêzgirtinê destpê kir. Hevseroka Desteya Perwerdê ya Kantona Cizîrê Sêmîra Hecî Elî axivî û roja zimanên Kurdî pîroz kir û got “Ziman hebûna gelan e. Dewleta Tirk a dagirker li hemberî me êrîşî zimanê me jî dike. Em jî bi zimanê xwe hebûna xwe biparêzin.

Semîra Hecî Elî bal kişand ku gelê Efrînê yê li Şehbayê, di bin çadiran de zarokên xwe perwerde dikin û got, "Em berxwedana gelê Efrînê ya li hemberî dagirkeran silav dikin. Gelê me yê li Efrînê ji dagirkeran re serî netewand û  li hemberî zor û zehmetiyan berxwedana xwe didomîne. Niha di bin çadiran de zarokan xwe perwerde dikin û peyama didin dijmin  û dibêjin;  çiqasî hûn hewl bidin vîna me tune bikin, xeta me ya têkoşînê bi hêztir dibe."

Piştî axaftina Semîra Hecî Elî Heverokê Fakûlteya Ziman û Wêje ya Zaningeha Rojava Bedran Penaber dîroka Zimanê Kurdî ji vegot.

Di şahiyê de, helbest ji aliyê Reşad Sorgul û Salihê Heydo ve hatin xwendin.

Her wiha senevîzyoneke li ser dîroka zimanê hate pêşkêşkirin.

Şahî bi stran û gerandina xelekên dîlanan bi dawî bû.

(mk)

ANHA