Çeteyan avêtin ser mala; 200 welatî girtin

Hate ragihandin ku çeteyên Ehrar El-Şam ku desteka xwe ji artêşa Tirk a dagirker digire  ji gundê Kurzêlê yê navnçeya Şêrawa 200 kes revandin û di dibistanekê de asê kirin.

Çeteyan avêtin ser mala; 200 welatî girtin
15 gulan, 2018   12:02

ARIF SILÊMAN / EFRÎN

Çavakniyek ji gundê Kurzêlê yê navçeya Şêrawa diyar kir çeteyên koma bi navê "Ehrar El-Şam" a ku desteka xwe ji dagirkeriya Tirkiyê digire di îro saet di 06:00‘an de avêtin ser malên welatiyan û derdora 200 ciwan û bi temen girtin û di dibistana gund de asê kirin.

Çavkaniyê anî ziman ku sedema girtinê nehate zanîn.

(bb)

ANHA