Di meha Remezanê de saetên ceyranê dê zêde bibin

Desteya Enerjiyê ya kantona Cizîrê diyar kir ku saetên ceyranê di hema Remezanêde wê zêde bike.

Di meha Remezanê de saetên ceyranê dê zêde bibin
15 gulan, 2018   11:55

QAMIŞLO

Desteya Enerjiyê ya kantona Cizîrê îro daxuyaniyek da, di daxuyaniyê de diyar kir ku saetên ceyranê ji destpêka meha Remezanê de zêde bike.

Daxuyanî li pêşiya Desteya Enerjiyê ya bajaroka Rimêlan ji aliyê Hevserokê desteyê Abdulkerîm Melek ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

"Ji bo hemû pêkhateyên herêma Cizîrê em ê ji destpêka meha Remezanê ve saetên ceyranê yên ku ji bendavên (Rojava, Tebqa û Azadî) têne girtin, zêde bikin. Ji bo ku bi awaykî erênî bandor li saetên belavkirina ceyranê bike."

Di dawiyê de Desteya Enerjiyê ya kantona Cizîrê meha Remezanê li hemû pêkhateyên kantonê pîroz kir.

(bx)

ANHA