Embareke cebilxaneyê û fabrîkeyeke çekan li Reqa hate vedîtin

Hêzên Sûriya Demokratîk embareke cebilxaneyê û fabrîkeyeke çêkirina teqemenî û mayînan li taxa El-Reşîd a Reqayê vedîtin ku çeteyên DAIŞ'ê bikar dianîn.

Embareke cebilxaneyê û fabrîkeyeke çekan li Reqa hate vedîtin
15 gulan, 2018   11:46

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk nûçeyek li ser malpera xwe ya fermî belav kir û têde diyar dike ku wan embareke cebilxaneyê û fabrîkeyeke çêkirina mayîn û teqemeniyan li taxa El-Reşîd a bajarê Reqayê vedîtine.

Navendê destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ'ê ev cih ji bo çêkirina mayîn, teqemenî û mayînkirina siwareyan bikar dihanî. Her wiha têde gelek topên hawanê têde hatine dîtin.

Çeteyên DAIŞ'ê di şerê xwe de rêbazên mayînkirina xanî û siwareyan bikar tîne û çalakiyên xwekujiyê li dijî welatiyan pêk tîne.

(jh)

ANHA