Rewşenbîran roja zimanê Kurdî pîroz kirin

Rewşenbîrên navçeya Girkê Legê roja zimanê Kurdî bi şevbêrkekê bîroz kirin.

Rewşenbîran roja zimanê Kurdî pîroz kirin
15 gulan, 2018   09:43

QAMIŞLO

Yekîtiya Rewşenbîran şaxê Girkê Legê ya kantona Cizîrê bi boneya roja zimanê Kurdî çalakiyek çandî lidar xistin. roja 15`ê Gulanê ji her sal zimanê Kurdê tê pîroz kirin.

Çalakî li navenda Yekîtiya Rewşenbîran a navçeya Girkê Legê hate lidarxistin. Bi dehan şêniyên navçeyê di nav de rewşenbîr û mamosteyên zimanê Kurdî beşdarî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de yek ji rêveberên Yekîtiya Rewşenbîran şaxê Girkê Legê ya kantona Cizîrê Biradost Mîtanî axivî bi xêrhatina beşdaran kir. Mîtanî di axaftina xwe de got ku zimanê Kurdî di zor û zehmetiyan de derbas bû û sîstemên desthilatdar hewl didan ku wî bihelîne. Mîtanî destnîşan kir ku li Rojava aliyê pewendîdar ve gelek pêşketin di zimanê Kurdî de kirin.

Çalakiya çandî bi xwendina helbestan berdewam kir.

(bx)

ANHA