Piştî lehiyê çi bi zeviyên kantona Kobanê hat?

Lehiya ku çend rojên dawî li kantona Kobanê rabibû ziyanên mezin gihand zeviyan.

Piştî lehiyê çi bi zeviyên kantona Kobanê hat?
Piştî lehiyê çi bi zeviyên kantona Kobanê hat?
Piştî lehiyê çi bi zeviyên kantona Kobanê hat?
Piştî lehiyê çi bi zeviyên kantona Kobanê hat?
Piştî lehiyê çi bi zeviyên kantona Kobanê hat?
Piştî lehiyê çi bi zeviyên kantona Kobanê hat?
Piştî lehiyê çi bi zeviyên kantona Kobanê hat?
Piştî lehiyê çi bi zeviyên kantona Kobanê hat?
Piştî lehiyê çi bi zeviyên kantona Kobanê hat?
15 gulan, 2018   09:41

SEMÎRA DAÛD – ŞÎLAN MIHEME / KOBANÊ

Çandinî  jêdera bingehîn a aboriya şêniyên kantona Kobanê ye. Şêniyên kantonê derbara xwe ya jiyanî li ser çandinî û cotkariyê peyda dikin. Lê  îsal ji bo cotkaran sala xelayê ye.

Barana ku çend rojên dawî li kantona bariya bi xwe re lehî anîn, ji ber lehiyê jî ziyanên mezin gihiştin çandiyê, bi taybet zeviyên "Ceh, kemûn, nîsk, nok û sebze"

Di vê çarçoveyê de wlatiyê bi navê Mihemed Mustefa yê ji gundê Moman got ku ji ber barana dijwar ziyanên mezin giha zeviyên wan. Her wiha Mihemed diyar kir ku her sal di van deman de cotkar zeviyên xwe diçînin lê îsal ji ber ku baran di rojên dawî de bi dijwarî bariya wan nikarîbû çinîna xwe bikin.

Mihemed destnîşan kir ku ji sedî 40 ji zeviyên gundê wan zerar dîtine.

Welatiyê bi navê Ehmed Elo ji taxa Kaniya Kurdan destnîşan kir ku barîna baranê bandorek neyinî li ser zeviyê wî kir.

Şêniyan diyar kirin ku tenê daran sûd ji barîna baranê girtin.

Li navçeya El-Çelebiya ya herêma Sirînê ya girêdayî kantona Kobanê zeviyên çandiniya bejî bûn qadên ku zevî têde bi erdê re bûne yek. Zeviyên li wê derê tenê ji bo çêrandina pez dê werin bikaranîn. Rêjeya berhemên bejî li navçeya El-Çelebiya 51 hezar û 865 hektar e. Her wiha rêjeya zeviyên avî li navçeyê hezar û 732 hektar e. rêjeya ziyanên ku giha zeviyên bejî ji sedê sed e û her wiha yên avî ji sedî 40 e.

Şivanên pez berê xwe didin zeviyan û zeviyan ji cotkaran bi buhaya erzan dikirin. Her 1 hektar bi buhaya 25 hezar L.S tê kirîn. Ji ber ku zevî ji baranê ziyanên mezîn dîtine ji ber wê bi erzanî tên firotin.

Di vê çarçoveyê de cotkarê bi navê Mihemed El-Hisên ê ji navçeya El-Çelebiyê ye tekez kir ku lehiyan zeviyan wan li ber xwe bir û tiştek ji wan nema ji ber vê yekê neçar man ku bi erzanî bifroşin xwediyên pez.

Mihemed El-Hisên bang li aliyên peywendîdar kir ku alîkariya cotkaran bike piştî ku demsala çandiniyê biser neket.

Hêjaye bi bîr xistinê ku ji beriya 15 salan baran bi vî awayî li kantona Kobanê ne bariya ye.

(bx)

ANHA