DAIŞ li Dêrazorê mayînan diçîne û sivîlan dike mertal

Piştî ku DAIŞ′ê derbeyên giran ji destê QSD′ê xwarin, li ser sînorê Sûriye-Iraqê û rojhilatê çemê Firatê mayînan diçîne da Pêngava Bagera Cizîrê asteng bike û nehêle ku sivîl ji herêmên şer derkevin. 

DAIŞ li Dêrazorê mayînan diçîne û sivîlan dike mertal
DAIŞ li Dêrazorê mayînan diçîne û sivîlan dike mertal
DAIŞ li Dêrazorê mayînan diçîne û sivîlan dike mertal
DAIŞ li Dêrazorê mayînan diçîne û sivîlan dike mertal
DAIŞ li Dêrazorê mayînan diçîne û sivîlan dike mertal
15 gulan, 2018   06:34

AZAD SEFO-EMAR XELEF / DÊRAZOR

Pêvajoya dawî ya Pênava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina sînorê Sûriye-Iraqê û rojhilatê çemê Firatê ji DAIŞ′ê bi hemû hêza xwe didome. çeteyên DAIŞ′ê dixwazin di rewşa hewayê ya xirab de hewl didin bi rêbazên cûda Pêngavê asteng bikin. 

Bi pêşveçûna şervanên QSD′ê ber bi bajaroka Hecîn re, çeteyên DAIŞ′ê li tevahî herêmê mayînan diçînin û cihên ku sivîl lê dijîn jî mayîn dikin da sivîl nikaribin ji herêmên wan dernekevin. 

Nûçegihanên ANHA′yê xwe gihandin ku cihên ku çeteyên DAIŞ′ê mayîn lê çandine. Di wêneyên ku nûçegihanên me kişandine de xuya dibe ku mayînên hatîn çandin ji madeya TNT′ê hatine çêkirin. Li gorî pisporan, eger ev mayîn biteqin ziyaneke mezin digihînin derdorê. 

DAIŞ sivîlan wekî mertalên zindî bi kar tîne

Çeteyên DAIŞ′ê destûr nadin ku sivîl ji herêmên şer lê diqewime derkevin da wan li hember êrîşên QSD′ê wek mertalên zindî bi kar bîne. Çavkaniyekê ji gundê Sûsa yê dikeve rojhilatê çemê Firatê da zanîn ku DAIŞ nahêle ku sivîl ji herêmên wan derkevin. 

Hêzên taybet sivîlan diparêzin

Hêzên taybet ên QSD′ê li herêmên ku şer lê rû dide ji bo parastina sivîlan, bi hişyar tev digerin û sivîlan ji mayînên çeteyan diparêzin û digihînin cihên bi ewle. Van hêzan di Hemleya Rizgarkirina Reqayê de jî sivîl rizgar dikirin.

 Şervanê hêzên taybet ên QSD′ê Beşar Hemîd Hisên ji ANHA′yê re axivî û diyar kir ku çeteyên DAIŞ′ê dixwazin bi çandina mayînan û bikaranîna sivîlan wekî mertalên sivîl, Pêngava Bagera Cizîrê asteng bikin.″

 Hisên got ku hêzên taybet li eniyên pêş dixebitin û ji bo rizgarkirina sivîlan korîdorên bi ewle vedikin.

Hisên destnîşan kir ku QSD′ê bi rêbazên taybet selametiya sivîlan diparêzin û wan li herêmên bi ewle bi cih dikin.

(mm)

ANHA