Şêrgo Hesekê: li rojhilatê Firatê 30 km ji DAIŞ′ê hatin rizgarkirin

Fermandarê QSD′ê Şêrgo Hesekê diyar kir ku şervanên QSD′ê di pêvajoya dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê de 30 km ji DAIŞ′ê rizgar kirine û got ku ew ê hevkariya artêşa Iraqê şerê li herêmê bidomînin heta bajaroka Hecîn tê rizgarkirin.

Şêrgo Hesekê: li rojhilatê Firatê 30 km ji DAIŞ′ê hatin rizgarkirin
15 gulan, 2018   04:10

AZAD SEFO-EMAR XELEF/DÊRAZOR

Fermandarê QSD′ê Şêrgo Hesekê derbarê pêşevçûnên dawî yên Pêngava Bagera Cizîrê de (taybet piştî rizgarkirina gundê Baxozê) ji ANHA′yê axivî. 

Şêrgo diyar kir ku ji destpêka Pêngava dawî ya Bagera Cizîrê û heta rizgarkirina gundê Baxozê, 30 km ji çeteyên DAIŞ′ê hatin rizgarkirin û wiha domand, ″Bi koordîneya di navbera hêzên me û artêşa Iraqê me bejahiya bi temamî ji çeteyên DAIŞ′ê rizgar kir û ji bo parastina sînorê Sûriye-Iraqê noqteyên çavdêriyê li ser sînor hatin bicihkirin.

Şêrgo da zanîn ku li rojhilatê Firatê, taybet li gundê Baxozê yê stratejîk ku wek deriyê sereke yê derbasbûna bajaroka Hecîn (barageha dawî ya DAIŞ′ê li rojhilatê Firatê) şerekî dijwar di navbera şervanên QSD′ê û DAIŞ′ê qewimî û wiha got, ″Dê şervanên QSD′ê bi koordîneya bi artêşa Iraqê re ji gundê Baxozê (noqteya dawî ya li ser sînorê Sûriyei-Iraqê) pêşveçûnên xwe bidomînin û bajaroka Hecîn rizgar bikin.″

Fermandarê QSD′ê Şêrgo Hesekê destnîşan kir ku ekîbên taybet ên girêdayî QSD′ê xebatên paqijkirina gundewarên Dêrazorê ji mayînên ku DAIŞ′ê li herêmê çandine, didomînin. 

(mm)

ANHA