ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15.05.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15.05.2018
15 gulan, 2018   04:00

*Şopandina Pêşketinên dawî yên qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê li Efrîn û Şehbayê.

*Şopandina şopandina pêvajoya dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina gundewarên rojhilatê Dêrazorê û sînorê Sûriyê-Iarqê ji çeteyên DAIŞ′ê.

*Çalakiyên ku bi boneya Roja Zimanê Kurdî werin lidarxistin dê werin şopandin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*HPC′ê navendeke xwe li navçeya Sirînê ya Kantona Kobanê vedike. Saet 13.00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Fermandarê QSD′ê Şêrgo Hesekê diyar kir ku şervanên QSD′ê di pêvajoya dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê de 30 km ji DAIŞ′ê rizgar kirine û got ku ew ê hevkariya artêşa Iraqê şerê li herêmê bidomînin heta bajaroka Hecîn tê rizgarkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Piştî ku DAIŞ′ê derbeyên giran ji destê QSD′ê xwarin, li ser sînorê Sûriye-Iraqê û rojhilatê çemê Firatê mayînan diçîne da Pêngava Bagera Cizîrê asteng bike û nehêle ku sivîl ji herêmên şer derkevin. (BI WÊNE Û DÎMEN)  

*Sala xwendinê ya 2017-2018′an li herêmên rizgarkirî yên Bakurê Sûriyeyê serkeftî derbas bû. (BI WÊNE Û DÎMEN) 

ANALÎZ

*Piştî dsetnîşankirina herêmên kêmkirina şer a ku bi hevpeymana Tirkiye-Rûsya-Îran pêk hat, herêma di destê rêjîma Baas de fireh bû û opozisyona Sûrî bi dawî bû.

 CIVAK Û JIYAN

*Ji ber barana dijwar ziyaneke mezin gihîşt berhemên çandiniyê yên Kantona Kobanê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

DOSYA

*Saziya Zimanê Kurdî li Rojava li ser têgeha eger gel zimanê xwe winda bike nasnameya xwe winda dike, karibû asta zimanê Kurdî li Rojava bilind bike û derbasî dibistanan bike. Bi şoreşa 19'ê Tîrmehê re piştî ku Kurd ji perwerdehiya bi zimanê Kurdî bê par mabûn ji ber qanûnên ku rêjîma Baasê li ser Kurdan ferz kiribûn, êdî meteryal bi zimanê Kurdî ji Kurdan re hatine amadekirin û li rex wan meteryalên bi herdu zimanên Erebî û Suryanî jî hatine amadekirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*100 sal di ser Soza Balfour re derbas bûn ku têde wezîrê Karên Derve yê Birêtaniyayê Arthur Balfour soz da Cihûyan ku dê welatekî netewî ji wan re li Filestînê ava bike, bi vê yekê doza Filestînê derket holê, tevî îdîayên Ereb û Îslamiyan ku dê li piştgiriya Filestînê û mafên Filestîniyan ên rewa li gorî zagonên navnetewî bikin jî, lê Filestînî her tim rastî xiyaneta Ereb û Îslamiyan hatin û di serî de dewleta Osmaniyan û niha jî rêjîma Receb Tayîp Erdogan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

 JIN

*Werşeya Hêvî (Emel) ya girêdayî  Meclîsa Jinê ya Tebqayê derfetên kar ji jinan re peyda dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA