Binkeftina Filestînê û helwestên Ereban û Îslamiyan ji doza wê – 2

100 sal di ser Soza Balfour re derbas bûn ku têde wezîrê Karên Derve yê Birêtaniyayê Arthur Balfour soz da Cihûyan ku dê welatekî netewî ji wan re li Filestînê ava bike, bi vê yekê doza Filestînê derket holê, tevî îdîayên Ereb û Îslamiyan ku dê li piştgiriya Filestînê û mafên Filestîniyan ên rewa li gorî zagonên navnetewî bikin jî, lê Filestînî her tim rastî xiyaneta Ereb û Îslamiyan hatin û di serî de dewleta Osmaniyan û niha jî rêjîma Receb Tayîp Erdogan.

Binkeftina Filestînê û helwestên Ereban û Îslamiyan ji doza wê – 2
15 gulan, 2018   04:20

Osmaniyan beriya her kesî Filestîn firotin

GAZZA / MISTEFA DEHDOH

Di 2'yê Mijdara 1917'an de Wezîrê Karên Derve yê Birêtaniyayê Arthur Balfour peyamek ji Lordê Cihûyan Walter Rothschild re şand û têde destnîşan kir ku hikûmeta wî dê bi hemû hêza xwe welatekî netewî ji Cihûyan re li Filestînê ava bike. Lê her kes behsa Soza Balfour a parçekirina Filestînê dike û xiyaneta ku desthilatdarên Filestînê ya beriya Soza Birêtaniyayê bi serê Filestînê anîne ji bîr dikin, ew jî xiyaneta Osmaniyan û Komara Tirkiyeyê ya niha ye.

Xiyaneta Tirkiyeyê li hemberî Filestînê ne tiştekî nû ye, lê belê damarên wê vedigere serdema dagirkeriya Osmaniyan li herêma Ereban bi giştî, dema ku rayedarên Osmaniyan bi bazirganên Cihûyan re di salên 1800'î de li hev kirin da ku erd û zeviyên Filestînê di bin navê "erdên bûr û bêkêr" de bikirin. Ev yek xiyaneta yekemîn ji aliyê Îslamiyan ve li hemberî Filestîniyan bûn.

Di vê dosyayê de behsa xiyaneta Osmaniyan dê were kirin ku bi riya wê kevirkoşeya hebûna Cihûyan li Filestînê danî û mafê desthilatdariyê ji wan re peyda kir û heta serdema serokê Tirkiyeyê yê niha Receb Tayîp Erdogan û xiyaneta wî ji Filestîniyan re û ber bi têkliyên aborî û naskirina dewleta Îsraîlê ji roja hatiye avakirin ve.

Xîlafeta Osmaniya rê ji Cihûyan re ber bi Filestînê ve vekir

Xiyaneta Tirkiyeyê li hemberî gelê Filestînê ji sala 1840'î de dest pê kir, piştî ku rayedarên Osmaniyan dema ku jêre digotin zilamên sext ketin bi fermana Birêtaniyayê ku vekirina riya koçberiya Cihûyan ber bi Filestînê ve armanc dikirin û riya bazirganî û desteserkirina erd û zeviyên Filestîniyan bi erêkirina Osmaniyan dest pê kirin. Bi vê yekê qonaxa yekemîn a koçberiya Cihûyan ber bi Filestînê ve dest pê kir.

Di wê qonaxê de çalakiyên kirîna erdên bûr bi erêkirina Osmaniyan dest pê kir, vê yekê hişt ku serweriya Birêtaniya û Îsraîlê di hundirê Filestînê de  ji sala 1841'an ve were ferzkirin û bi vê yekê qonaxa niştecîkirina Cihûyan di Filestînê de li ser destên Mûsa Montfûrî dest pê kir. Her wiha qonaxa damezrandina rêze-bankan li herêmê da ku veguhere jêdereke aborî ya xurtkirina hebûna Îsraîlê li herêmên Ereban û bi taybet di hundirê Filestînê de. Montfûrî bi vê yekê bes nekir, lê belê "niştecîbûnên çandiniyên li bajarên El-Celîl û Yafa di bin têgeha razemeniya bazirganî û bi erêkirina Osmaniyan ava kirin.

Montfûrî fermaneke Osmaniyan di wê demê de wergirt û li gorî wê riya kirîna erdan jêre hate vekirin da ku yekemîn taxa Îsraîliyan ava bike û di bin rêveberî û çavdêrikya Îsraîlê de be û di wê demê de bi taxa Montfûrî li bajarê Qudisê di sala 1854'an de hate nasîn, vê yekê hişt ku piştgiriyeke biyanî di Filestînê de werbigire û hejmara Cihûyan di hundirê wê de zêde bû û hejmara wan derket 12 hezaran piştî ku gelek Cihû ji dewletên rojavayî koçber bûn.

Komeleya Îtîhad û Tereqî (İttihad ve Terakki Cemiyeti) pişta Filestiyan şikand

Serdema desthilatdariya Sultanê Osmanî Ebdilhemîdê Duyemîn pişta gelê Filestînê şikand, ji ber ku eşkere derî li pêşiya destwerdana Îsraîlê li welat vekir. Li vir rola serokê "Tevgera Siyonîzma Cîhanî" Theodor Herzl derket hole û hewldanên wî ya birazîkirina Sultan Ebdilhemîd da ku erdên Filestînê radestî Cihûyan bike, tevî ku Sultan Ebdilhemîd razî nebû jî, lê riya koçberiya Cihûyan ber bi Filestînê ve eşkere vekir.

Di wê demê de gelek guhertin pêk hatin, koçberiya ber bi Filestînê ve zêde bû û li Ewropa rêxistina Siyonîzma Cîhanî hate damezirandin û Sindoqa Netewî ya Cihûyan hate damezrandin û van riya koçberiya Cihûyan ber bi Filestînê ve zêde kir û erdên Filestîniyan kiriyan û niştecîgeh li ser wan ava kirin. Tevî ku Sultan Ebdilhemîd ev siyaset nas dikir jî lê tiştek nekir, lê belê Ebdilhemîd komkujî di derheqê Ereban de pêk anîn û hişt Ereb li dijî dagirkeriya Osmaniyan serî hildin.

Piştî derbeya Komeleya Îtîhad û Tereqî li dijî Sultan Ebdilhemîd di sala 1908'an de rewş xirabtir bû û wan serweriya xwe li ser desthilatdariya Osmaniyan ferz kirin. Vê komeleyê ku ji aliyê Masoniyan ve hatibû damezirandin, hebûna Cihûyan di Filestînê de di sala 1910'an veguherîn rewşeke heyî.

Tirkiya nûjen û xiyanetê..

Di sala 1920'an de dewleta Osmanî hevpeymana (Sêver) îmze kir û Filestîn radestî Birêtaniyayê kir, li gorî vê yekê Birêtaniya di sala 1920'an de ragihand ku dê Filestînê fermî radestî Cihûyan bike.

Di serdema Mistefa Kemal Atatûrk de xilafeta Osmaniyan bi dawî bû û êdî Atatûrk serweriya hemû biryarên dewletê dike, piştî ku Wezîrê Karên Derve Îsmet Înönü di sala 1922'an de hevpeymana Lozanê îmze kir û li gorî wê Tirkiyeyê serxwebûna xwe wergirt û li hemberî wê xîlafeta Osmaniyan bi dawî bû û xelîfet jî hate qewitandin û hemû malên wî hatin desteserkirin û laîktiya dewletê hate ragihandin. Bi vê yekê Filestîn bi temamî radestî Birêtaniyayê hat kirin û têde pilanên xwe dane meşandin.

Tirkiye û baldariya wê li ser têkliyên bi Îsraîlê re

Dagirkeriya Osmaniyan hebûna Cihûyan di Filestînê de hêsan kir û hişt ku milkiyeta erdan werbigirin û komeleyên çandiniyê û taxên xwe ava bikin, destwerdana Birêtaniyayê jî ev yek çespand. Tirkiye yekemîn dewleta Îslamî hebûna Îsraîlê di sala 1949'an de nas kir, ango beriya kêmtirî salekê ji ragihandina avakirina Îsraîlê di sala 1948'an de.

Tirkiye piştî ku hebûna Îsraîlê nas kir ji bo pêkanîna hevpeyman û lihevkirinan bi Îsraîlê re baldar bû, bi vê yekê serdema serdanên veşartî dest pê kir bi taybet di serdema serokwezîrê Îsraîlê Davîd Ben Guriyon de ku di sala 1958'an de bi awayekî veşartî serdana Enqereyê kir û bi serokê Tirkiyeyê yê wê demê Ednan Menderês re civiya û ji bo pîvanên bingehîn ên têkliyên di navbera wan de lihev kirin. Encama vê lihevkirinê koçberkirina nêzî 34 hezar Cihûyên li Tirkiyeyê ber bi Filestînê ve bû û bi vê yekê Tirkiyeyê helwesta xwe ya alîkariya bi projeya Cihûyan di Filestînê de zelal kir.

Têkliyên di navbera Tirkiye û Îsraîlê de veşartî man, ji ber ku tirsa Tirkiyeyê ji berteka Misrê û Îraqê di wê demê de hebû û bi vê yekê evan herdu dewlet veguherîn du hêzên bi bandor li herêma Ereban tevî ku di şerê 48'an de têk çûbûn. Lê piştî dagirkeriya sê alî ya li dijî Misrê di sala 1956'an de û di bin zexta gelê Tirkiyeyê de, rayedarên Tirkiyeyê neçar man sefareta xwe ji Til Evîv vekişînin û êdî nûnertiya wê li ba Îsraîlê di paya sekretêrê duyemîn de ma.

Di sala 1983'an de têkliyên dîplomasî di navbera Tirkiye û Îsraîlê de dîsa vegerîn payeke bilind, Tirkiyeyê têkliyên xwe yên aborî bi dewletên Ereb re lawaz kirin û sermiyan û razemeniyên xwe ber bi Îsraîlê ve veguhestin, vê yekê hişt ku aboriya Îsraîlê derkeve payeke herî bilind a geşbûnê.

Piştî wê demê, têkliyên di navbera Tirkiye û Îsraîlê de di nava nerm û sertbûnê de bûn, heta partiya AKP'ê hat ser desthilatdariyê û careke din têkliyên di navbera wan de derketin asta herî jor.

Erdogan serdana Îsraîlê dike û Şaron silav dike

Xiyaneta Tirkiyeyê li hemberî Filestînê tevî hemû durişmeyên berqûk ku Filestînî pê dixapandin berdewam bû, serokê Tirkiyeyê Ebdullah Gûl têkliyên Tirkiye û Îsraîlê ji nû ve vegerandin, lê tişta ku serokê niha yê Tirkiyeyê Receb Tayîp Erdogan kiriye, xiyaneteke herî mezin bû, ji ber siyasetên wî yên qirêj û bazirganiya bi welatan da ku berjewendiyên xwe pêk bîne.

Erdogan di sala 2005'an de dema ku serokwezîrê Tirkiyeyê bû serdana Îsraîlê kir û li ser gora Theodor Herzl rawestiya weke ku lêborîna xwe jê dixwaze ku Sultan Ebdilhemîd Filestîn radestî Cihûyan nekiribû. Her wiha rehmet ji qurbaniyên Holokûst re xwest û mom li ser peykera wê vêxistin. Her wiha bi serokwezîrê Îsraîlê yê wê demê re Ariyêl Şaron re civiya û silav kir ku di wê demê de Îsraîlê di derheqê Filestîniyên Gazza û herêma Rojava de komkujî pêk dianîn. Her wiha asta pevguhertina bazirganî di navbera Tirkiyeyê û Îsraîlê de di serdema Erdogan de gelekî mezin bû.

Tirkiyeyê Gazza weke qurbanî pêşkêş kir û ji daxwazên rakirina ambargoya li ser wê kir qurban û piştî gelek toreyên danûstandinan bi gelek dewletên Ewropa re hevpeymaneke sererastkirina têkliyên bi Îsraîlê re di sala 2016'an de îmze kir. Piştî çend salan ji nakokiyan ji ber kuştina komandosa Îsraîlê ya 10 çalakvanên Tirkiyeyê ku li ser gemiya Mermera bûn ku hewl dida di sala 2010'an de alîkariyan derbasî Gazza bike, tevî ku têkliyên di navbera wan de nehatin birîn û di qonaxeke nerm û hişk re derbas dibûn.

Di hevpeymana sererastkirina têkliyan de, Tirkiyeyê îmze kir ku "Qudis paytexta Îsraîlê ye û Enqere paytexta Tirkiyeyê ye".

Sefîrê Tirkiyeyê di hevdîtinekê de bi i24NEWS re di Çileya 2017'an de daxuyakirin ku veguhestina sefareta Emerîka ber bi Qudisê ve ne pirsgirêk e û wiha got: "veguhestina sefareta Emerîka ji Til Evîvê ber bi Qudisê ve ziyanê bi aştiyê nake. Mijar girêdayî wan e."

Têkliyên leşkerî û xiyaneta di derheqê berxwedana Filestîniyan de

Danûstandinên leşkerî di navbera Tirkiye û Îsraîlê de di sala 1955'an de dest pê kirin û di sala 1958'an de yekemîn gava çalak hate avêtin piştî ku di navbera herdu hêzan de perwerde hatin vekirin. Tirkiyeyê jî di sala 1974'an de çek ji Îsraîlê kirin. Piştre Tirkiyeyê şêwermendekî leşkerî li Îsraîlê erkdar kir da ku têkliyên di navbera herdu aliyan de xurt bike. Herdu aliyan di odeyên istixbaratê de rewşa Lubnanê şopandin da ku rêxistina rizgarkirina Filestînê tune bikin.

Êrîşa hevbeş û xiyaneta di derheqê gelê Filestînê de di sala 1982'an de piştî ku Îsraîlê êrîşî Lubnanê kir û kordîne di navbera herdu aliyan de pêk hat da ku cihên berxwedêrên rêxistina Rizgarkirina Filestînê û hêzên Kurdî û Ermenî ku alîkariya rêxistinê dikirin bidin diyarkirin.

Di sala 1996'an de pişta berxwedêrê Filestîniyan hate şikandin piştî ku serokê Tirkiyeyê yê yê demê Silêman Demîrêl serdana Îsraîlê kir û encamên civîna serokê artêşa Tirkiyeyê Çivîk Pîr bi rayedarên leşkerî yên Îsraîlê re ragihandin da ku hevpeymana di navbera herdu aliyan de bête temamkirin.

Di nava bendên hevpeymanê de, Îsraîlê wêneyên ji setelaytan di derbarê cihên Kurdan di Sûriye, Îraq û Tirkiyeyê de pêşkêşî Tirkiyeyê bike û li hemberî wê hêzên Tirkiyeyê dê agahiyên di derbarê berxwedêrên Filestînê de radestî wê bike da ku derbeyên xwe li herduyan bidin.

Tirkiyeyê gelek hevpeyman bi Îsraîlê re îmze kirin û di nava wan de hevpeymanên pevguhertina di aliyên pîşekariya leşkerî de û hin jî yên bazirganiya azad de. Di sala 1998'an de hêzên deryayî yên Tirkiye, Îsraîl û Emerîka tetbîqatên hevbeş di derya Spî de pêk anîn û niha Îsraîl misyona nûkirina tank û balefirên Tirkiyeyê dide meşandin.

Sibe.. Ereb; hewldanên sûdwergirtin û sererastkirina têkliyên bi Îsraîlê re

ANHA