Bi boneya Cejna Zimanê Kurdî şahiyek hat lidarxistin

Saziya Zimanê Kurdî ya navçeya Tirbespiyê bi boneya Cejna Zimanê Kurdî şahiyek li dar xist û bawername li şagirtên zimanê Kurdî belav kirin.   

Bi boneya Cejna Zimanê Kurdî şahiyek hat lidarxistin
Bi boneya Cejna Zimanê Kurdî şahiyek hat lidarxistin
Bi boneya Cejna Zimanê Kurdî şahiyek hat lidarxistin
Bi boneya Cejna Zimanê Kurdî şahiyek hat lidarxistin
Bi boneya Cejna Zimanê Kurdî şahiyek hat lidarxistin
14 gulan, 2018   17:52

QAMIŞLO

Şahî bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Endama Saziya Zimanê Kurdî Eyşe Remo axivî,  girîngiya ziman vegot û wiha axivî, ″Tevahî gelên Bakurê Sûriyeyê ji zimanê dayîkê bêpar mabûn, lê piştî ku Bakurê Sûriyeyê ji aliyê QSD′ê ve hat rizgarkirin, her pêkhateyek bi zimanê xwe perwerdeyê dibîne. 

Piştre koma Evîna Welat a girêdayî rêveberiya dibistanan helbest û stran gotin, koma Newroz  şanoyek pêşkêş kir û koma Kulîlkên Rojava dîlanên folklorî pêşkêş kirin.

Di dawiyê de bawername li şagirtên zimanên Kurdî hatin belavkirin û dîlan hat gerandin.

(mm)

ANHA