Ebadî: Divê aliyên siyasî li hember encamên hilbijartinan rêzdar bin

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî diyar kir ku ew ji aliyên siyasî daxwaz dike ku rêzê li encamên hilbijartinê bigirin û girêdayî rêyên yasayî yên ji bo pêşîgirtina binpêkirinan bimînin.

Ebadî: Divê aliyên siyasî li hember encamên hilbijartinan rêzdar bin
14 gulan, 2018   16:43

NAVENDA NÛÇEYAN

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî îro ku ji televzîyona fermî ya Iraqê El-Iraqiye re axivî, der barê encamên hilbijartinên parlamentoya Iraqê de peyamek da.

Ebadî diyar kir ku ew ji welatî û aliyên siyasî daxwaz dike, rêzê li encamên hilbijartinê bigirin û girêdayî rêyên yasayî yên ji bo pêşîgirtina binpêkirinan bimînin.

Ebadî di dewama peyama xwe ya dayî de wiha jî got; “Me karî li gelemperiya welat proseya hilbijartinê bi şêweyek ewle pêk bînin. Ji bo avakirina hikûmetek bihêz ku têde gendelî û binpêkirin nebin re amade ne.

Divê aliyên siyasî berjewendî û aramiya welat bixine pêş hemû tiştek.”