Binkeftina Filestînê û helwestên Ereban û Îslamiyan ji doza wê – 1

Dewleta netewî ya Cihû ya Îsraîlê di sala 1948'an de fermî hate ragihandin ku bîrdoziya Siyonîzma pîroz armanc dikir. Komara Tirkiyeyê yekemîn dewleta netewî avakirina dewleta Îsraîlê nas kir û bi vê yekê cewhera xwe ya bingehîn ku Îsraîla destpêkê ye, çespand.

Binkeftina Filestînê û helwestên Ereban û Îslamiyan ji doza wê – 1
Binkeftina Filestînê û helwestên Ereban û Îslamiyan ji doza wê – 1
Binkeftina Filestînê û helwestên Ereban û Îslamiyan ji doza wê – 1
Binkeftina Filestînê û helwestên Ereban û Îslamiyan ji doza wê – 1
14 gulan, 2018   04:14

Binkeftin û ragihandina avakirina Îsraîlê

GAZZA / MISTEFA DEHDOH

Di 15'ê Gulanê de Filestînî binkeftina sala 1948'an bi bîr tînin ku di wê rojê de axa xwe winda kirin û dewleta Îsraîlê li ser hate avakirin. Tevî ku gelek artêşên dewletên Ereban destwerdan kirin jî lê dîsa jî nikaribûn tiştekî biguherînin. Ji wê demê ve Filestînî hêjî di bin êş û azaran de jiyan dikin, çi yên di hundirê welat de û çi jî yên koçber û benaber bûne.

Ne tenê ev, lê belê her tin dibûn qurbanî û ne Ereb û ne jî Îslamî piştgiriya wan kirin û tenê durişmeyên berqûk diavêtin. Di vê dosya ku ji 3 beşan pêk tê de, em ê behsa binkeftinê û avakirina Îsraîlê û rêvekirina dewleta Tirkiyeyê ji hatina Cihûyan re ber bi Filestînê ve û helwesta dewletên Ereban li hemberî Filestîniyan û sûdwergirtina wan ji doza Filestînê bikin.

Hebûna Îsraîlê.. pilaneke û Birêtaniya beşdarî wê bûye û dewleta Osmanî jî riya wê hêsan kir

Hebûna Îsraîlê di hundirê axa Filestînê de ne sudfeyek bû, lê belê pilaneke ji demeke kevin ve baş hatibû lêkolînkirin û Birêtaniya beşdarî wê bibû û dewleta Osmanî ya nexweş jî pêkanîna wê hêsan kir û rê ji Cihûyan re vekir ku erd û zeviyên bikirin ku ew erdên bûr in. Ev pilan di sala 1800'î de dest pê kir û gihîşt roja ragihandina avakirina Îsraîlê di sala 1948'an de piştî ku destwerdana Birêtaniya di dawiya sala 1947'an de li Filestînê bi dawî bû.

Di 28 salên destwerdana Birêtaniya de, Birêtaniyayê zagon çêkirin û gelek tedbîr wergirtin da ku di sala 1948'an de ev dewleta Îsraîlê were ragihandin. Hejmara Cihûyan di dema destwerdana Birêtaniyayê de li Filestînê 56 hezar kes bûn ango ji sedî 9 ji giştî welatiyên Filestînê ku piraniya wan karmendên dewletên biyanî bûn.

Dema ku destwerdan bi dawî bû hejmara wan derket  605 hezar Cihûyan, nemaze di encama bicihkirina wan a eşkere û veşartî ku Birêtaniyayê rê ji wan re vekiribû. Tevî ku welatiyên Filestînê li dijî vê yekê derketin û bi şoreşên xwe li hemberî vê yekê li ber xwe dan û ya herî girîng şoreşa sala 1936'an. Piştî vê yekê hejmara Cihûyan bû ji sedî 30 ji giştî weletiyên Filestînê ango hejmara wan derket nêzî du milyon kesan di sala binkeftinê de.

Netewên Yekbûyî biryara parçekirina Filestînê da ku bibe du dewlet wergirt

Beriya ragihandina dewleta Îsraîlê Konseya Giştî ya Netewên Yekbûyî di 29'ê Mijdara 1947'an de biryara Konseya Ewlehî ya Navnetewî erê kir ku Filestîn dabeşî "dewleteke Cihûyan" û dewleteke Erebî ya Filestînî bibe û herêma Qudisê veguhere herêmeke navnetewî (Ango bibe herêmeke nanetewî û ne girêdayî ti dewletan be û di bin serweriyeke navnetewî de be). Li gorî biryarê sînorên di navbera herdu dewletan de tên diyarkirin û qonaxên pêkanîna wan diyar dibin û perspektîfên sererastkirina aborî di navbera wan de jî digire nava xwe, Cihûyan projeya parçekirinê pêşwazî kirin lê belê Filestîniyan jî weke destdirêjiyekê bi nav kirin.

Di 12'ê Nîsana 1948'an de Konseya Dewletên Ereban biryar girtin ku artêşên Ereb ber bi Filestînê ve biherikin û Komîteya Siyasî jî diyar kir ku artêşên Ereb beriya ku Birêtaniya venekişe ku dihat payîn di 15'ê Gulana 1948'an de vekişe destwerdanê nakin. Hikûmeta Birêtaniyayê biryara bidawîbûna destwerdana xwe li ser Filestînê di nîvê şeva 14/15'ê Gulana 1948'an de wergirt.

Ragihandina Îsraîlê û naskirina Emerîkî û Rûsî

Roja 14'ê Gulana 1948'an saet di 16:00'an de Konseya Cihûyan li Til Evîvê avakirina dewleta Îsraîlê ragihand ku dê di nîvê şeva heman rojê de têkeve meryetê. David Ben-Gurion di roja vekişandina Birêtaniyayê de avakirina dewleta Îsraîlê û vegerandina Cihûyan di bin navê vegerandina ber bi ava dîrokî ve ragihand. David Ben-Gurion di nivîsa ragihandina dewletê de wiha gotibû: "Ji vê bîstika niha ve em bidawîbûna destwerdana Birêtaniyayê radigihînin di vê şeva roja Şemiyê de di 6'ê Gulana sala 5708'an a Ubranî de dê têkeve meryetê û heta bi awayekî fermî desthilatdarî tê avakirin û hilbijartin a dewletê li gorî destûra ku ji aliyê Konseya Damezrêner a hilbijartî ve tê erêkirin û di demekê de herî zêde 1 Cotmeha sala 1948'an de. Ji vê bîstikê ve Meclîsa Gel dê serweriya xwe weke meclîsa dewletê ya demkî bikar bîne û dê bibe dezgeha birêveber ku jêre tê gotin Îsraîl."

Serokê Emerîka Harry Truman peyama naskirina Îsraîlê piştî bi ragihandinê bi çend deqeyan belav kir. Yekîtiya Soviyêt jî piştî sê rojan Îsraîl nas kir.

Ereb di şerê li dijî Îsraîlê de bi bin ketin

Ragihandina dewleta Îsraîlê bû sedema şerekî rasterast di navbera Îsraîlê û dewletên Ereb ên Cîran de. Di 26'ê Gulana 1948'an de artêşa ku jêre tê gotin Artêşa Parastina Îsraîlê bi fermana serokê hikûmeta Îsraîlê ya demkî David Ben-Gurion hate avakifrin. Artêşên Ereban ji Misir, Sûriye, Îraqê û Mîrnişna Rojhilatê Urdunê ber bi Filestînê ve herikîn û karibûn gelek destkeftiyan bi dest xwe ve bînin.

Şer û pevçûn heta destwerdana Konseya Ewlehiya Naventewî berdewam bûn û di 10'ê Hizêrana 1948'an de agirbestek ferz kir. Di nava wê de alîkariya çekan bi aliyên şer re qedexe kir da ku lihevkirineke aştiyane pêk were.

Piştî vê biryara navnetewî şer di navbera artêşa Îsraîlê û artêşên Ereb de rawestiya. Agirbest jî heta 4 hefteyan hate diyar kirin û di 8'ê Tîrmeha 1948'an de artêşa Îsraîlê ji hemû aliyan ve şer ji nû ve dest pê kir, tevî ku Netewên Yekbûyî hewl dan dema agirbestê dirêj bike.

Dema ku şer û pevçûn ji nû ve dest pê kirin, pevçûn bi awayekî nû hatin dest pêkirin û hêzên Ereban rastî gelek binkeftinan hatin û Îsraîlê karibû serweriya xwe li ser gelek deverên Filestîna dîrokî ferz bike. Şer û pevçûn di 21'ê Tîrmehê de bi dawî bûn piştî ku Konseya Ewlehiyê cezayên giran li ser aliyên şer dikin ferz kirin.

Binkeftin çi ye?

Binkeftin biwêjeyeke Filestînî ye tê de trajediya mirovahî ya girêdayî şerpezebûna hejmareke mezin a welatiyên Filestînê li derveyî malên wan di dema şerê Îsraîl û Ereban a 1948'an de behs dike. Binkeftin di zimanê Erebî de weke karîsetekê tê pênasekirin. Cara yekemîn ev biwêje ji aliyê dîroknas û ronakbîrê netewî û laîk Qistentîn Zirêq ve hate bikaranîn.

Welatiyên Filestînê salane roja binkeftinê di 15'ê Gulanê de bi bîr tînin. Ango piştî rojekê ji ragihandina avakirina dewleta Îsraîlê di 14'ê Gulana 1948'an de. Lê Cihû roznameya Zayînê bikar nînin û li şûna wê roznameya Ubranî bikar tînin û di encamê de şahiyên Cihûyan û şînên Filestîniyan ji hevûdu cûda dibin û her 19 salan carekê rastî hevûdu tên.

Welatiyên Filestînê di vê rojê de çalakî û xwepêşandanan li seranserî cîhanê û di hundirê Filestînê de organize dikin.

Encamên binkeftinê

Binkeftina ku tê wateya serkeftina rêxistina Siyonîzma Cîhanî bi alîkariya destwerdana birêtaniyayê, karibû bi zora çekan serweriya xwe li ser beşekî mezin ji axa Filestînê bike û avakirina dewleta Îsraîlê ragihîne. Di heman demê de welatiyên Filestînê ji nêzî 20 bajaran  û nêzî 400 gundan hatin derxistin û koçberkirin û mal û milkên wan jî bûn beşekî ji Îsraîlê.

Di dema van buyeran de dema ku destwerdana leşkerî ya Ereban li dijî dagirkeriya Cihûyan li Filestînê pêk dihat bi dehhezaran welatiyên Filestînê bûn qurbanî  û gelek komkujî di derheqê wan de pêk hatin û hêjî heta niha nehatine diyarkirin. Her wiha sê caran bi qasî wan jî birîndar û astengdar bûn.

Her wiha nêzî ji sedî 60 ji welatiyên Filestînê ango nêzî 700 hezar ber bi herêma Gazzayê ve û ber bi herêma Rojhilat ve hatin koçberkirin. Her wiha beşekî mezin ber bi Sûriye, Lubnan û Urdunê ve hatin koçber kirin. Filestîniyên di hundir de jî ji wê demê ve rewşeke trajedîk jiyan dikin.

Beşekî ji welatiyên Filestînî jî di hundirê Îsraîlê de man, tevî ku ew weke hemwelatiyên Îsraîlê tên pênasekirin jî heta sala 1966'an di bin serweriyeke leşkerî de man. Niha jî welatiyên Filestînê ji giştî welatiyên Îsraîlê ji sedî 20 in.

Îro piştî 70 sal di ser binkeftinê re derbas bûne, Emerîka Qudisê  weke paytexta Îsraîlê binav dike û dê sefareta xwe di roja ragihandina avakirina Îsraîlê de veguhêze bajarê Qudisê.

Îsraîl encameke xwezayî ya şerê netewdewlet e

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di pirtûka xwe ya Doza Kurdî û çareseriya Netewa Demokratîk ya Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk de di bin sernava "Dewleta Netewî ya Erebî û pergala Îsraîlê" de behsa avakirina dewleta Îsraîlê dike. Ocalan wiha dibêje:

Îsraîl di cewhera xwe de encameke xwezayî ya şerê netewdewlet e ku di sala 1550 de weke dewleteke nûjen li ser xeta Amesterdam – London hate diyarkirin û heta 4 sedsalan dom kir û bi xwe re Ewropa veguheran gula xwînê. Daxwazên fikrî yên Cihûyan û kapîtalîsta Cihûyan roleke sereke di avakirina netewdewlet de rabûn. Baweriya belavbûyî di wê demê de ew bû ku Cihûn bêyî avakirina dewleta Îsraîlê ya Cihûyan nikarin azad bibin û li ser bingeha siyonîzma netewperest a cihûyan ku her tim mezin dibû; da ku girêdana impratoriyên Katolîk û Artodok û Îslamî ji hev bixînin. Evan çalakiyên bîrdozî yên birêxistinkirî beriya û dema û piştî şerê cîhanê yê yekemîn derket. Di nava aliyên ku komara Tirkiyeyê ya biçûk avakifrine de ya li ser bermahiyên impratoriya Osmaniyan, li rex avakirina gelek dewletên Erebî yên netewî yên bi çûk; dewleta netewî ya Cihûyan Îsraîl di sala 1948'an de fermî hate ragihandin ku bîrdoziya Siyonîzma pîroz armanc dikir. Komara Tirkiyeyê yekemîn dewleta netewî Îsraîl nas kir û bi vê yekê di cewhera xwe de îspat dike ku ew Îsraîla destpê ye.

Avakirin û ragihandina Îsraîlê ne sudfeyek bû. Îsraîl weke hêzeke hegomon ya motika hegomoniya kapîtalîsta modernîte hate avakirin. Her wiha valahiya desthilatdariya ji ber veguherandina impratoriya Osmaniyan û qiralbûna Îranê bi dewletên netewî yên bi çûk û girêdayî dagire, piştî ku du hêzên hegomon li herêmê bûn. Avakirina Îsraîlê weke hêzeke hegomon mijareke gelekî girîng e. Ev yek tê wateya ku dê dewletên netewî yên din jî li herêmê bi awayekî rewa bêne naskirin eger hebûna Îsraîlê weke hêzeke hegomon nas bikin. Eger Îsraîlê nas nekin dê bi şeran bi westînin heta ku Îsraîlê nas dike. Ji ber ku komarên Tirkiye, Misr û Urdunê û hin dewletên Kendavê Îsraîl nas kirin ew jî weke dewletên netewî hatin naskifrin û rêjîmên heyî jî hatin çespandin. Lê şer û pevçûnên li dijî Ereban di çarçoveya doza Filestînê de û bi dewletên Îslamî yên din re di çarçoveya pirsgirêka Kendavê de hatin meşandin. Ev yek jî tam girêdayî hebûna hegomoniya Îsraîlê di hundirê herêmê de ye. Evan şer û komplo û kuştin û pevçûn heta hegomonî û serweriya Îsraîlê nas dikin dê berdewam bikin.

Sibe.. Osmaniyan beriya her kesî Filestînî firotin

ANHA