QSD′ê gundê Baxozê ji DAIŞ′ê rizgar kir

Şervanên QSD′ê di Pêngava Bagera Cizîrê de bi hemû hêza xwe pêşve diçin. Şervanan gundê Baxozê ji çeteyên DAIŞ′ê rizgar kirin.

QSD′ê gundê Baxozê ji DAIŞ′ê rizgar kir
QSD′ê gundê Baxozê ji DAIŞ′ê rizgar kir
13 gulan, 2018   18:53

DÊRAZOR

Şervan îro di saetên piştî nîvro de derbasî gundê Baxoz yê dikeve ser çemê Firatê bûn û hemû herêmên rojhilatê çemê Firatê yên di destê DAIŞ′ê de dorpêç kirin. 

Bi vê yekê şervan nêzî navçeya Hecîn (barageha dawî ya DAIŞ′ê ser sînorê Sûriye-Iraq û rojhilatê Firatê) dibin.

(mm)

ANHA