Gelo Rûsya û Tirkiye li Idlibê çi plan dikin?

Serdana şandeyeke Rûsî ji başûrê û rojhilatê Idlibê re, nîşaneya hevpeymaneke di navbera dagirkeriya Tirk û Rûsyayê de li herêmê ye.  

Gelo Rûsya û Tirkiye li Idlibê çi plan dikin?
14 gulan, 2018   04:25

HOGIR NECAR/NAVENDA NÛÇEYAN 

Hin malperên girêdayî rêjîma Baas diyar kirin şandeyeke Rûsî îro serdana gundên Um Sehrîc û Til Mereq ên başûrê bajarê Idlibê û xeta trênê ya rojhilatê bajêr kirin, da noqteyeke çavdêriyê ya leşkerî ya li herêmê ava bikin.   

Beriya demekê dagirkeriya Tirk ragihandibû ku ew ê li bakur û başûrê Idlibê, rojava û başûrê Helebê yên Bakurê Sûriyeyê 12 noqteyên çavdêriyê ava bikin. Da xwe bigihîne deryaya spî.

Wezareta Karê Derve ya Tirkiyeyê peyamek ji gelê Idlibê re şand û tê de wiha got, ″Em qebûl nakin ku rêjîma Baas li herêmê tu xebateke leşkerî bide meşandin, ji ber ku herêm di bin parastina me de ye.″ Dewleta Tirk bi vê yekê peyamê destnîşan dike ku Idlibê bûye bajarekî Tirkî. Piştî vê peyamê şandeya Rûsî serdana başûr û rojhilatê Idlibê. Wisa xuya ye ku li herêmê di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de peyamek heye. 

Dagirkeriya Tirk li herêmên Til Toqan û derdora Meret Numanên rojhilatê Idlibê du noqteyên çavdêriyê ava kirin û parêgeha Idlibê kirin3 beşa. Herêmek rasterast ji aliyê dewleta Tirk ve û du herêm ji aliyên meclîsên bi destnê dagirkeriya Tirk hatine avakirin têne birêvebirin. Armanca ji vê yekê ew e ku herêma Idlibê bi ser axa Tirkiyeyê de were berdan.

Li aliyekî din jî kiryarên kuştin û teqînan li bajarê Idlibê zêde bûne. Çavdêran diyar kirin ku ev kiryar bi fermana dagirkeriya Tirk pêk tên û kesên ku dagirkeriyê qebûl nakin têne hedegirtin.

Dê vê çarçoveyê de duh li girtîgeheke çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam ya dikeve pêşiya Qesir Edlî ya bajarê Idlibê teqînek rû da. Di heman demê de teqînek li bajarê Erîha jî rû da. Her wiha Endamê Desteya Siyasî ya parêzgeha Idlibê Ebdullah Şewqî li nêzî bajarê Selqîn hat kuştin. 

Çavdêran destnîşan kirin ku ev bûyer didin xuyakirin ku li herêmê di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de hevpeymanek heye (taybet piştî hevpeymana ku di navbera dagirkeriya Tirk şerê navbera çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (El-Nusra) û çeteyên Cebhet Tehrîr Sûriya de rawestand).

(mm)

ANHA