ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14.05.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14.05.2018
14 gulan, 2018   04:00

* Pêşketinên dawî yên qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê li Efrîn û Şehbayê dê were şopandin.

*Şopandina şopandina pêvajoya dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina gundewarên rojhilatê Dêrazorê û sînorê Sûriyê-Iarqê ji çeteyên DAIŞ′ê.

*Serdana şandeyeke Rûsî ji başûrê û rojhilatê Idlibê re, nîşaneya hevpeymaneke di navbera dagirkeriya Tirk û Rûsyayê de li herêmê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Rêxistina Fursan Cezîra (Siwarên Cizîrê) li navçeya Til Hemîsê pêşbirkeke hespan li dar dixe. Saet 08.00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Saziya Zimanê Kurdî li dibistaneke navçeya Tirbespiyê bawernameyên zimanê Kurdî belav dike. Saet 16.00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê diyar kirin ku serbilind in ku beşdarî Pêngava Bagera Cizîrê bûne û gotin ku ew ê şerê li dijî DAIŞ′ê bidomînin heta tevahî Bakurê Sûriyeyê ji DAIŞ′ê paqij bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

DOSYA

*Dewleta netewî ya Cihû ya Îsraîlê di sala 1948'an de fermî hate ragihandin ku bîrdoziya Siyonîzma pîroz armanc dikir. Komara Tirkiyeyê yekemîn dewleta netewî avakirina dewleta Îsraîlê nas kir û bi vê yekê cewhera xwe ya bingehîn ku Îsraîla destpêkê ye, çespand. 

 CIVAK Û JIYAN  

*Rêveberiya kampa Serdemê parçeyek erd ji şêniyên kampê re veqetand, da sebzeyan lê biçînin û pêdiviyên xwe yên rojane bi cih bînin. Dê tovên çandiniyê, semad û av ji aliyê rêveberiya kampê ve bêne peydakirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Koçberên kampa Eyn Îsa li bin konên xwe li benda meha rojiyê (remezan) ne. Lê dibe ku ji ber zehmetiyên jiyanê nikaribin rojiyê bigirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Li herêma Tebqayê bazirganiya pez kevintirîn bazirganiyên herêmê ne, ji ber ku gelê herêmê bi xebatên çandiniyê û xwedîkirina sewalan debara jiyana xwe dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

*Jina ji pêkhateya tukmen Fatma Mihemed pspora rêsandina bi karê destan e. Bi hunera destên xwe malbata xwe xwedî dike û pêdiviyên hemû zarokên xwe pêk tîne. Fatma dibêje ku karê destan werkî bazinê zêr e. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ÇAND Û HUNER

*Celalê Derbikjen, bi dengê dirbeka xwe ji berxwedana Şoreşa Rojava heya berxwedana Nisêbînê, ji berxwedana Nisêbînê heta Berxwedana Serdemê ji gelê Qamişlo re bû moral, bû reng û dengek ê berxwedanê. Celalê Derbikjen diyar kir ku  ew ji bo serkeftina şoreşa gelê xwe dirbekê lêdixe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA