Encamên destpêkê yên hilbijartinên Îraqê hate eşkerekirin

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a  Iraqê encamên destpêkê yên hilbijartinên 10 parêzgehan eşkere kir. Komîsyonê destnîşan kir ku ev encamp ne yên dawî ne.

Encamên destpêkê yên hilbijartinên Îraqê hate eşkerekirin
14 gulan, 2018   05:05

NAVENDA NÛÇEYAN

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê derbarê endamên hilbijartinan paytext li Bexdayê civînek çapemeniyê lidar xist.

Di civînê de hat diyarkirin ku dê encamên hilbijartinên 10 parêzgehan bên eşkerekirin, lê ev encamên dawî nîn in û piştî ku hemû karûxebat bidawî bibin, dê encamên fermî eşkere bikin.

Piştre jî encamên parêzgehan Bexda, Enbar, Diyala, Ziqa, Kerbela jî di nav de) hatin eşkerekirin. Li gorî vê yekê; lîsteyên Hevpeymaniya Saîrûn, Hevpeymaniya Fetih, Dewleta Qanûnê, Hevpeymaniya Nesir, Hevpeymaniya Qerar a Iraq dengên herî zêde girtin.  

Endamên komîsyonê diyar kirin ku li Herêma Kurdistanê jî hejmartinên dengan a li parêzgehên Duhok, Hewlêr û Silêmaniyê bidawî bûye. Li Kerkukê hejmartin berdewam dike.