Li Afganîstanê êrîş: 6 kes mirin

Di êrîşa li bajarê Celalabad yê Afganîstanê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li Afganîstanê êrîş: 6 kes mirin
13 gulan, 2018   12:29

NAVENDA NÛÇEYAN 

Avahiya Rêveberiya Maliyê ya li bajarê Celalabad yê li rojhilatê welat bû hedefa êrîşê.  Berpirsên Afganîstanê diyar kirin ku êrîş bi şêweyê xwekuj û bi çekan hatiye kirin.

Hate ragihandin ku êrîşkarek di dema ketina avahiya Rêveberiya Maliyê ye bombeyên li ser xwe pêçandî teqand û piştî vê jî êrîşkarê din derbasî avahiyê bûye, şer derketiye.

Di daxuyaniya ji Nexweşxaneya Celalabad hatî kirin de hate ragihandin ku di êrîşê de li gorî agahiyên destpêkê 6 kes mirin, 30 kes jî birîndar bûne.

Li aliyê din hate ragihandin ku şerê li herêmê didome, têkildarî hejmara êrîşkaran agahiyeke zelal nehate bidestxistin.