Ji ber lehiyê ziyan di goristana şehîd Dicle de çêbû

Di encama lehiya zêde ya li kantona Kobanê pêk hat, zirar giha goristana Şehîd Dicle ya li başûrê bajarê Kobanê. Gelek gorên şehîdan di bin avê de man.

Ji ber lehiyê ziyan di goristana şehîd Dicle de çêbû
Ji ber lehiyê ziyan di goristana şehîd Dicle de çêbû
Ji ber lehiyê ziyan di goristana şehîd Dicle de çêbû
Ji ber lehiyê ziyan di goristana şehîd Dicle de çêbû
Ji ber lehiyê ziyan di goristana şehîd Dicle de çêbû
13 gulan, 2018   12:24

KOBANÊ

Li kantona Kobanê duh baranek dijwar bariya, di encamê de lehî pêk hat û gelek ziyan gihişt mal û milkên welatiyan.

Ziyan di goristana Şehîd Dicle de jî pêk hat. Hejmarek gor di bin avê de man.

Berpirsên Meclîsa Malbatên Şehîdan diyar kirin ku sê roj xebatên temîrkirina goristanê û paqijkirina wê dê sê rojan dewam bike.

(dc)

ANHA