Ji ber kêm derfetan hin taxên Reqayê bê elektrîk mane

Gelek taxên bajarê Reqayê ji ber tunebûna elektrîkê zehmetiyan dibînin. Komîteya Elektrîkê jî tevî derfetên kêm xebatên sererastkirina stasyonên elektrîkê didomîne, da elektrîk bigihêje hemû malên Reqayê.

Ji ber kêm derfetan hin taxên Reqayê bê elektrîk mane
Ji ber kêm derfetan hin taxên Reqayê bê elektrîk mane
Ji ber kêm derfetan hin taxên Reqayê bê elektrîk mane
Ji ber kêm derfetan hin taxên Reqayê bê elektrîk mane
13 gulan, 2018   08:02

FIDA ELÎ-CÎHAN MIHEMED / REQA

Çeteyên DAIŞ′ê stasyona elektrîkê ya dikeve herêma Firûsiyê ku tevahî taxên bajarê Reqayê peyda dike, teqandin û gelek parçeyên alavên wê dizîn. Di encamê elektrîk li ser tevahî bajêr qut bû.

Piştî ku şervanên QSD′ê bajarê Reqayê 20′ê Cotmeha sala 2017′an ji çeteyên DAIŞ′ê rizgar kirin, werşeyên girêdayî Komîteya Enerjiyê ya Meclîsa Sivîl a Reqayê dest bi sererastkirina toreyên elektrîkê yên taxên bajêr kirin.  

Derbarê mijarê de, Hevseroka Komîteya Enerjiyê Şêrgo Qiço da zanîn ku wan 3 mehên dawî bi destekdayîna Meclîsa Sivîl a Reqayê dest bi sererastkirin toreyên elektrîkê kirin û elektrîk gihandin gelek taxên Reqayê yên ′Mefreq Cezra, Xatûniye, Cezra û Hikûmiye′. Şêrgo da zanîn ku ji ber derfetên kêm hin tax bê elektrîk man. 

Şêrgo destnîşan kir ku pêwîstiya wan bi alavan heye da elektrîkê bigihînin tevahî taxên bajarê Reqayê. 

(mm)

ANHA