Ev 50 sal in mîrateya bavê xwe diparêze

Di 10 saliya xwe de ji bajarê Idlibê koçber bû û berê xwe da Qamişlo. Ev bi dehan sal in li vir di nava pêkhateyên herêmê de jiyan dike û mîraseya firotina zebzeyan a li ser erebeyê ku ji bavê xwe girtiye ev 50 sal in debara xwe û malbata xwe pêk tîn e.

Ev 50 sal in mîrateya bavê xwe diparêze
13 gulan, 2018   07:42

MÛRADA KENDA - EHMED SEMÎR / QAMIŞLO

 Rojava û Bakurê Sûriyê hejmarek mezin welatiyên koçber ji deverên Sûriyê himêz dike. Welatiyên koçber jî li vir bi welatiyên kurd, ereb, suyan, ermen û hwd bi biratî li ser esasê Netew Demokratîk bi hev re jiyan dikin.

Welatiyê bi navê Ebdulah Ebû Mehmûd yê 75 salî beriya 65 salan tevî malbata xwe ji Idlibê koçber bûn û berê xwe dan Qamişlo.  Di destpêka hatina Qamişlo de zehmetiyan jiyan dikin. Ebdeulahê ku temêp wî wê demê deh salî bû ji ber xizaniya malbatê nikare dibistanê bixwîne û dest bi karê erdan û lêkirina xaniyan dike.

Bi jineke kurd re dizewicê

Mamê Ebdulah dema temenê wî dibe 24 salî bi jineke kurd re dizewice. 2 zarokên wî çêdibin. Ebdulah di dilê xwe de netewperestiya ku dewletên deshiladtar dixwestin li ser civakê ferz dikin û derbarê zewaca xwe ya li Qamişlo ev tişt anî ziman: "Ez ereb im hevjîna min kurd a. Dewletên Netewperset dixwazin desthildariya xwe li ser civakê feriz bikin. Lê niha li Rojava û Bakurê Sûriyê em bi pergala Netewa Demokratîk jiyan dikin. Çandên cûda bi hev re jiyan dikin. "

Şopa bavê xwe didomîne

Mamê Ebdulah dema temenê wî dibe 25 salî dest bi firotina zebze dike. Ji bavê xwe fêrî vî karî bû û heta niha jî didomîn e. Her roj saet di 07.00'an de diçe zebze û mêwan distîne û li ber Mizgefta Qasimo ya li taxa Xerbî difroşe. Her roj karê xwe heta saet di 18.00'an de didomîn.

Mam Ebdulah da zanîn ku ew havînê û zivistanê jî karê xwe didomîne û wiha debara xwe û malbata xwe bi erebeya ji bavê xwe girtiye peyda dike.

(dc)

ANHA