YNK: Ji ber binpêkirinan hilbijartin bi sistî pêk tên

Serokê lîsteya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) ya Kerkûkê Rêbwar Teha diyar kir ku li  navçeya Hewîce a Kerkûkê di hilbijartinan de gelek binpêkirin çêbûne û got ku ji ber binpêkirina li navçeyê giliyê lîsteyên Erebî kirine.

YNK: Ji ber binpêkirinan hilbijartin bi sistî pêk tên
12 gulan, 2018   14:44

NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê lîsteya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) ya Kerkûkê Rêbwar Teha têkildarî rewşa dengdana li herêma parêzgeha Kerkûkê daxuyanî da.

Serokê lîsteya YNK'ê ya Kerkûkê Rêbwar Teha wiha got; "Li navçeya Hewîce ya Kerkûkê binpêkirinên mezin çêbûn, me li dijî wan binpêkirina li ser lîsteyên Erebî, li Komîsyona Hilbijartinê gilî tomar kir. Ji ber ku lîsteyên Ereb  ji ber binpêkirina gunehbarin."

'Dengdan bi sistî pêk tê'

Teha têkildarî rewşa dengdana li Kerkûkê jî wiha destnîşan kir; "Li navenda Kerkûkê, ti bûyerên ewlehiyê rû nedane. Lê amêrên dengdanê pirsgirêkên mezin ji bo welatiyan çêkir. Dengdan gelek bi sistî pêk tê."

Serokê lîsteya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) ya Kerkûkê Rêbwar Teha bang li welatiyên Kerkûkê kir ku biçin li ser sindoqan û dengê xwe bidin, ji bo Kurd li bajêr dengên baş bi dest bixin û got ku heya niha rêjeyek baş beşdarî hilbijartinê bûne.