Artêşa Tirk keçek û 4 welatiyên Efrînê revandin

Artêşa Tirk a dagirker duh keça Kurd a bi navê Xedîce ya ji taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrînê tevî 4 welatiyên din revandin. 

Artêşa Tirk keçek û 4 welatiyên Efrînê revandin
12 gulan, 2018   15:40

EFRÎN

Artêşa Tirk a dagirker rojane welatiyên Efrînê direvîne û ber bi cihekî nediyar ve dibe. 

Çavkaniyeke pê bawer ji ANHA′yê re ragihand ku artêşa Tirk a dagirker şevê din keça Kurd a bi navê Xedîce ya ji taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrînê revandin û birin cihekî nediyar.

Çavkaniyeke din jî diyar kir ku artêşa dagirker 4 welatiyên din ên Kurd (di nav de zarokê 16 salî yê bi navê Ebdulrehman Misto) ji gundê Kaxirê yê girêdayî navçeya Mabatayê revandin.

Li gorî çavkaniyê navên hersê kesên din ên ku beriya mehekê hatine revandin jî wiha ne ″Hikmet Heyder Remedan ê ji gundê Hecîko yê herêma Raco dema dixwest vegere mala xwe ya Efrînê hatiye revandin. Reşîd Mustefa û kurê wî Berazî Reşîd ên ji gundê Meşelê yê navçeyha Şera ji gundê xwe hatin revandin″.    

(mm)

ANHA