Çeteyan li Efrînê navê dikana goştê hêştir kirin 'Xûta'

Çeteyên dewleta Tirk navê dikanek firotina telefonan li Efrînê desteser kirin û kirin cihê firotina goştê hêştir.

Çeteyan li Efrînê navê dikana goştê hêştir kirin 'Xûta'
12 gulan, 2018   10:50

ŞEHBA

Dewleta Tirk a dagirker demografiya Efrînê dide guehrtin û çeteyên xwe û malbatên wan lê bi cih dike.  Çete mal û milkên welatiyan desteser dikin û tê de bi cih dibin.

Yek ji çeteyên ku mal û milkên welatiyên Efrînê desteser kirin, çeteyeke ji Xûta Rojhilat a Şamê ye ku di encama itîfaqa di navbera Rûsiya û Dewleta Tirk de li Efrînê hatin bi cihkirin bû.Çeteyê behsa mijarê dikana welatiyekî Efrînê ku ya firotina telefonên bêrîka bi navê "23 Li Itîsalat" lê dihate kirin desteser kir û li şûna wê dikana serjêkirina hêştiran bi navê "Xwaringeh û Goştgeha Xûta" vekir.

Dikana behsa mijarê li ser riya sereke ya Ostostrad Raco hatiye vekirin, di vê dikanê de gotşê hêştir tê firotin. Beriya niha li Efrînê kok çand firotina goştê hêştir û kirîna goştê tê nîn bû.

(dc)

ANHA