Rêjîma Sûriyê dê başdarî civîna Astan-9 bibe

 Civîna Astana-9 dê bi beşdarbûna Rûsya, Tirkiyê û Îranê dê pêk were. Nûnerên rêjîmê û komên çekdar ên piştgiriya xwe ji Tirkiyê digirin jî dê beşdarî bibin.

Rêjîma Sûriyê dê başdarî civîna Astan-9 bibe
12 gulan, 2018   10:42

NAVNEDA NÛÇEYAN

Astana-9 wê di 14-15'ê gulanê de were lidarxistin. Wezareta Derve ya Kazaxistanê di daxuyaniyekê ku îro da bû diyar kir, "Di danûstandinên ku dê li paytexta Kazaxistanê were lidarxistin de şandeyên welatên grantor Rûsya, Tirkiyê û Îranê, her wiha rêjîma Sûriyê û çekdarên opozisyonê dê beşdar bibin."

Li gorî daxuyaniya ji aliyê wezaretê, şandeya Neteweyên Yekbûyî ku Stffan De Mistura serokatiyê wê dike û şandeyeke ji Urdunê wekî çavdêrî dê beşdarî civînan bibin.

Beriya danûstandinan Rusya, Tirkiyê û Îran ku navên "Grantor" li xwe dikin civînan di nav xwe de li dar dixin.

Hersê welat, danûstandinan Astanayê wekî kaxesekê ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe bi kar tînin. Rûsya dixwaze xwe li Sûriyê bi hêz bibîne û bargehên xwe yên leşkerî li Deryaya Spî biparêze, her wiha Îran hewl dide riya bejahî ya ji Îran hetanî Beyrût ku di Şam re derbas dibe misoger dike. Ji aliyê xwe ve Tirkiyê projeya demokratîk a bakurê Sûriyê  hedef bigire

Hersê welat di kuştina gelê Sûriyê, bi riya topbaran û bomebaranê de, her wiha guhertina demografiya herêmê de beşdar in.

Di çarçoveya tura 4‘emîn a danûstandinan de ku di gulana 2017‘an de pêk hatî, îtîfaqa "herêmên kêmkirina şer" hate çêkirin. Li gorî wî çeteyên girêdayî Tirkiyê ji herêman hatin derxistin li beramberî ku Tirkiyê Efrînê dagir bike.

(bb)