Li Kerkukê çeteyên DAIŞ’ê 6 kes qetilkirin

Di êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li Kerkukê de 4 polîs jî di nav de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li Kerkukê çeteyên DAIŞ’ê 6 kes qetilkirin
12 gulan, 2018   11:02

NAVENDA NÛÇEYAN

Di êrîşa çeteyên DAIŞ’ê de ya li dijî benda kontrolê ya polîsan a li nêzî gundê Sedûniye ya bajarokê Reşîde ya Kerkûkê 4 polîs û 2 endamên Heşdî Eşarî jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê çavkaniyên ewlehiya Iraqê ve hate dayîn, di encama êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li dijî benda kontrolê ya polîsan de demeke dirêj şer çêbûye.

Li aliyê din hate ragihandin ku 2 çeteyên DAIŞ’ê ku bombe li xwe pêçandibûn li nêzî sînorê Diyala ji aliyê polîsên Iraqê ve hatine kuştin.